Ji KJK’ê ji bo jinên li Afganistan û Şengalê kampanya
Koordînasyona KJK’ê di kampanya ku di 3-15’ê Tebaxêde bi dirûşmeya ‘Li dijî êrîşên mêr ên hegemon em bi jinên Afgan û Şengalê re ne’ dabûn destpêkirin, daxwazkirin ku qirkirina jinan di asta navnetewî de weke sûcê li dijî mirovatiyê were naskirin.
Navenda Nûçeyan- Koordînasyona KJK’ê der barê salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxê û desteserkirina desthilatdariya Afganistanê ya 15’ê Tebaxê ji aliyê Talîbanê ve, wê di navbera 3-15’ê Tebaxê de kampanyayek bidin destpêkirin de, daxuyanî da got: “Di dîroka 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser qirkirina Şengalê ya ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ li ber çavê hemû cîhanê hatî pêkanîn û hemû cîhan zindî temaşe kir, mudaxele nekir û hêzên girêdayî PDK’ê jî ew berdan û çûn re 9 sal derbas bû.
‘Em li kêleka gelê xwe yê Êzidî ne’
Di daxuyaniyê de Ezidiyên ku di qirkirinê de hatin qetilkirin hate biranîn û wiha hate gotin: “Êrîşên van hêzên hovane yên dijminê jin û jiyanê, em bi tundî şermezar dikin. Têkoşîn û berxwedana ku ji bo parastina nasname û hebûna xelkê me yê Êzidî tê meşandin, silav dikin. Mîna pêvajoya qirkirinê, ji niha û pê ve jî di her şert û mercî de emê li kêleka gel û jinên Êzidî bin."
‘500 hezar mirov ji Şengalê koç kirin’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ser di sedsala 21’ê de li pêş çavên cîhanê, hêzên Iraqê û Pêşmerge yên li Şengalê berpirsyar bûn bêyî ku biparêzin xelkê Êzidî bi êrîşa qirkirinê re rû bi rû hiştin û wiha hate gotin: “Di encamê de Şengal hate hilweşandin, bi hezaran mirov bi rengekî hovane hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin, li bazarên koletiyê hatin firotin, êrîşên derûnî, çandî, fîzîkî û zayendî li wan hate kirin, bi sed hezaran kes ji bo jiyana xwe rizgar bikin her tiştên xwe terikandin û ketin ser rêya koçberiyê. Ji ber êrîşên qirkirinê 500 hezar mirov ji Şengalê koçber bûn. Hîn jî 250 hezar Êzidî dûrî cih û warê xwe li herêmên cuda yên Iraqê, Tirkiyeyê, Sûriyeyê û beşek jî li Ewropayê bi cih bûn.
‘Bi awayek sistematik polîtakayên qirkirina jinê tê meşandin’
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku DAIŞ’ê li Şengalê êrîşên qirkirinê yên li ser civaka Êzidî bi rêk û pêk bi polîtîkaya qirkirina jinê meşand û wiha got: “Li deverên ku dagir kir, nêzî 7 hezar jin û zarok revand, bi sedan ji wan qetil kir. Jin weke koleyên seksê li bazaran hatin firotin, kiryarên li dijî mirovahiyê li wan hatin kirin. DAIŞ’ê her wiha jin û zarok revand û bi zorê guhertina ol li wan ferz kir. Piştî ku zarok kirin ‘misilman’ di şerê xwe yê tarî de weke şervan bi kar anî, navendên baweriya Êzidiyan bi rêk û pêk îmha kir. Kiryarên kuştin, guhertina ol bi zorê, kolekirin, bazirganiya mirovan, destavêtin, koçberiya bi zorê û perwerdekirina zarokên Êzidî li kampên terorê yên DAIŞ’ê mîna leşkeran, sûcên mafên mirovan e ku divê bêne darizandin. Têkildarî mirovên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin 87 gorên komî hatin tespîtkirin, lê tenê 36 ji wan hatin vekirin.
‘Aqubeta 2 hezar û 700 jinê û zarokên Êzidî nayê zanîn’
Di axuyaniyê de amaje bi wê yeke hat kirin ku Tevî ku 9 sal di ser qirkirina Şengalê re derbas bûne, hîn jî aqûbeta 2 hezar û 700 jin û zarokên Êzidî nayê zanîn ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin, weke kole hatin firotin û dîl hatin girtin û wiha hate gotin: “Xaka Şengalê ku warê parastina çand, bawerî, hebûn û jiyana xelkê me yê Êzidî ye, hîn jî di bin gefa komkujî û qirkirinê de ye. Ev gef û metirsî hîn jî bi dawî nebûye. Dewleta Tirk hema bibêje her roj bi her cûre teknîka şer pêşeng û ewladên xelkê me yê Êzidî qetil dike. PDK jî her roj bi derew, propaganda reşkirinê ya şaş wan dike hedef û gefê dixwe.”
‘Li Afganistanê jin li beramberî heman qetliamê ne’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandian li ser li Afganistanê jî êrîş û komkujiyeke bi heman rengî li dijî jinan tê kirin û wiha dom kir: “Danûstandinên ku DYE’yê bi Talîbanê re meşand, ji bo vekişîna ku beriya bi salan ragihandibû di 29’ê Sibata 2020’î de li Dohayê peymanek mohr kirin. Di encama vê peymanê de jî ji 29’ê Nîsana 2021’ê û pê ve DYE û NATO’yê dest bi vekişandina hêzên xwe ji Afganistanê kirin. Bi dawiya meha Tîrmehê re Talîbanê gav bi gav welat xist bin kontrola xwe û di Tebaxa 2021’ê de piştî ku paytext Kabûl kontrol kir, desthialtdariya xwe ya dijminatiya li jin û civakê careke din ragihand. Feraset-fikir û desthilatdarî-kiryarên DAIŞ-TALÎBANÊ mîna hev in.
‘Hemû cîhanê li drama û qetliama mirovatiyê temaşe kir’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desthilatdariya Talîbanê ya li ser dijminatî û dijberiya li jinê hate avakirin, kiryarên xwe yên herî paşverû, dijberê civak û mirovahiyê bi destek û piştgiriya hêzên navneteweyî dewam dike û wiha hate gotin: “ Bûyerên mîna yên li Şengalê, li Afganistanê jî qewimîn.” Da zanîn ku hemû cîhanê li ser bingeha peymana di navbera DYE û Talîbanê de hate çêkirin, piştî ku Talîbanê desthilatdarî xist destê xwe li komkujî û drama mirovahiyê temaşe kir û wiha hate gotin:
“Beriya her tiştî, rastiya hegemonya global a cîhana Rojavayî ku hewl dide dijminatiya li jinê veşêre, herî zêde piştî ku Şengal radestî DAIŞ’ê, Afganistan jî radestî Talîbanê hate kirin, şênber bû. Herdu qirkirin, komkujî û qirkirina jinê li dijî jinên cîhanî bi taybetî jî Rojhilata Navîn di asta komployeke global de ne. Encamên vê komployê yên şênber jî her roj dewam dikin. Serweriya mêr a hegemon û mejiyê mêr ê dijminê jinê ku xwe dispêre têkiliyên berjewendiyê, tifaqa herî paşverû ya desthilatdariyê ye. Lewma em berxwedana esîl a xwişkên xwe yên Afganistanê silav dikin ku li dijî her cûre kiryarên li derveyî mirovahiyê, qedexe, zext û zordariyê ya rejîma Talîbanê ya paşverû ji berxwedanê venagerin.”
‘Berpirsên qetliamên Afganistan û Şengalê divê hesab bidin’
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku li Afganistanê tê xwestin jin gav bi gav li derveyî jiyana civakî bê hiştin û li nava koletiya nava malê bê mehkûmkirin û got: “Li Şengalê jî gef li îradeya xwerêveberî û xweparastinê, jiyana bi hebûna xwe tê xwarin û êrîş lê tê kirin. Dewlet û aktorên ku di komkujiyên Afganistan û Şengalê de rol, berpirsyariya xwe hene, çav lê girtin, divê hesab bidin jin û mirovahiyê. Her wiha cihê şermê ye di serî de Tirkiye ku piştgirî da rêxistina terorê DAIŞ’ê û êrîş bi xwe birêxistin kir, welatên cuda yên ku berpirsyariya xwe hene nayên darizandin. Di heman demê de helwesteke şênber a ji bo pêkanîna komkujiyên nû ye.”
‘Divê welatên ku Jenoside nas kirin bikevin tevgerê’
Di daxuyaniyê de hate bi birxistin ku Neteweyên Yekbûyî, Parlamenta Ewropayê û gelek parlamentên neteweyî hovîtiya li Şengalê weke jenosîd naskirin. Bi taybetî em ji wan welat û saziyan dixwazin ku ên jenosîd nas kirine, ji bo darizandina berpirsyaran bikevin nava liv û tevgerê.
Ji bo jin û zarokên esîr tên girtin bang li hêzên navnetewî hate kirin
Ji bo bi hezaran jin û zarokên Êzidî yên ku hîn jî di destê DAIŞ’ê de dîl girtî ne bêne rizgarkirin, divê di asta navneteweyî de kar bê kirin. Di heman demê de ji bo Êzidiyên ji ber fermana 74’an neçar man xaka xwe biterikînin û di nava şert û mercên giran de neçar man li kampan bimînin, li cih û warê xwe vegerin, divê astengî ji holê bêne rakirin. Em bang li hêzên mîna PDK’ê dikin ku li pêşiya vegera xelkê Êzidî asteng e, dest ji van hewldanên xwe berdin. Her wiha ji bo mirovên zerar ji şer dîtine tazmînat bê dayin, herêmên ji aliyê çeteyan ve hatine mayinkirin bêne paqijkirin û bajarê Şengalê ji nû ve bê avakirin, em bang li hêzên navneteweyî hemûyan dikin ku piştgiriyê bidin.
‘Parastina rewa ya jinên Şengalê mafê rewaye’
Em radigihînin ku gel, civak û baweriyên ku zext li wan tê kirin xwedî mafê xweparastinê ne û xweparastin ji bo jin û gelê Şengalê mafekî rewa ye û wiha hate gotin: “ Em destnîşan dikin ku hemû cihêrengî xwedî mafê xwebirêxistinkirinê ne û ev yek jî mafê herî bingehîn û rewa ye. Lewma em bang li jinên alîgirê demokrasî û mafên mirovan dikin ku piştgiriyê bidin rastiya xwerêvebirinê ya xelkê Şengalê.”
Di 3-15’ê tebaxê de li dijî êrîşên mêr kampanya
Di daxuyaniyê de hate gotin Em weke KJK’ê diyar dikin ku em ê bi wesîleya salvegera Komkujiya 3’ê Tebaxê ya Şengalê û 15’ê Tebaxê ku li Afganistanê Talîban hat ser desthilatdariyê, di navbera 3 û 15’ê Tebaxê de bi dirûşmeya ‘Li dijî êrîşên mêr ên hegemon, em li kêlek jinên Şengal û Efganistanê ne’ kampanyayê bidin destpêkirin.
Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yeke hate kirin ku di rastiyê de em ji bûyerên qetilkirina jinan jî baş dizanin ku modernîteya kapîtalîst serdestiya mêr xurt dike, cih vedike û jin di cih de ber bi qetlîamê ve dibe û wiha hate gotin: “Ji bo ku em li dijî komkujiyên jinan, xweza û jiyanê rawestin, ku ev jî karê mêrtiya serdest a hegemon a modernîteya kapîtalîst e, divê em weke jin ji xwe re bikin armanc ku li her qadê û kêliyên jiyanê têkoşîna rêxistinî geş bikin.”
‘Qirkirina jinan hîna ji weke sucê li dijî mirovatiyê nayê dîtin’
Di berdewamiya daxuyaniyê de hete destnîşan kirin ku Rastiya ku hê jî kuştina jinan weke sûcekî li dijî mirovahiyê nayê dîtin, dibe sedem ku dewlet û dîktatorên ku bi polîtîkayên qirkirina jinê hewl didin li ser piyan bimînin, ji darizandina vî sûcî û êrîşên wan ên bêperwa yên li dijî jinê netirsin û wiha hate gotin:
“Heya ku qirkirina jinê weke sûcê mirovahiyê neyê qebûlkirin, mîna qirkirinê li dijî polîtîkayên qirkirina civakî jî têkoşînek pêbawer û teqez nayê kirin. Bi vê kampanyayê re em dixwazin balê bikşînin ser polîtîkayên qirkirina jinê yên zîhniyeta mêr a hegemonîk û nîşan bidin. Bi vê pêngavê re em dixwazin di şexsê jinên Şengal û Afgan de bibin dengê hemû jinan û sûcên li cîhanê hatine kirin biqîrin. Weke KJK’ê bi pêngava ‘Li dijî êrîşên mêr ên hegemon, em li kêleka jinên Şengal û Afganistanê ne’ re em dixwazin ku qetilkirina jinan di asta navneteweyî de bi awayekî fermî weke sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin. Ji bo ku cîhan ji jinan re bibe cihê jiyanê em bang li hemû hêz, sazî û kesayetên jinan dikin ku ji bo dawî li qirkirina jinan bê anîn têkoşîna hevpar bilind bikin.”
‘Em ji çalakiya yekitiya rêxistinên jinan bawer dikin’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku têkoşîna mafdar û rewa ya jinên Şengal û Afganistanê weke têkoşîna xwe dibînin û bang li hemû rêxistinên jinan hat kirin ku bibin yek û piştgiriyê bidin berxwedana ku di şert û mercên dijwar de tê meşandin û wiha hate gotin: “ Em bi serketina mutleq a çalakî û berxwedana jinan a yekbûyî ya rêxistinbûyî ya li dijî pergala mêr a hegemon û pêkanînên wê yên ku li her qadê li dijî têkoşîn û berxwedana jinê tên birêxistinkirin, bawer in. Li ser vê bingehê em bang li hemû hêzên jinan ên têdikoşin dikin ku bikevin nava tevgerê, weke jin em diyar dikin ku bersiva herî baş a li dijî vê hovîtiya li jinên Şengalê û Afganistanê tê kirin, hevgirtina jinê û rêxistinbûyîna gerdûnî ye û em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku bi hev re hesabê jinên Şengalê û Afganistanê bipirsin.”