Ji KJK’ê banga berxwedanê

Koordînasyona KJK’ê derbarê komkujiya duh li Qamişlo pêk hat daxuyaniyek niviskî da. KJK’ê got, “Em bang li gelê Kurdistanê, jinan, mirovahiya pêşverû, jinan dikin ku li hemberî van êrîşên faşîst helwestê nîşan bidin, bi hev re berxwedanê mezin bikin.”

Navenda Nûçeyan – Dewleta tirk îro li ser rêya gundê Beyandorê erebeyek armanc kir û di encamê de Hevseroka Meclîsa Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yusra Derwîş, cigîra wê Leman Şiwêş û hemwelatiyê bi navê Firat Tûmo jiyana xwe ji dest dan. KJK’ê derbarê komkujiyê de daxuyaniyek niviskî da.

Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku dewleta Tirk li pêşberî çavê raya giştî ya cîhanê polîtîkayên xwe yê dijminahiya jinan, Kurdan û mirovahiyê bi zêdebûnê li Bakûr û Başûrê Kurdistanê dimeşîne û komkujiya duh li Qamişloyê pêk anî hat bibîr xistin. Di daxuyaniyê de sersaxî ji bo malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, rêhevalên wan û gelê welatparêz re hat xwestin û hat gotin ku “Xweparastin û bersivdan maf û wezîfeyeke.”

Daxuyaniya KJK'ê wiha ye:

"Dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya dijminatiya li jinan, gelê Kurd û mirovahiyê li pêş çavên raya giştî ya cîhanê, li Başûr û Bakurê Kurdistanê dewam dike. 20'ê Hezîrana 2023'an li bajarê Qamişlo yê Rojava, Hevseroka Meclîsa Bajêr Yûsra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û Firat Tuma bi êrîşa balafira bêmirov a bombebarkirî qetil kir. Di heman êrîşê de Hevserokê Meclîsê gabî Şemun ê Suryan jî bi giranî birîndar bû. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna şehîdên xwe ditewînin û hîn bi xurtî soz didin ku ji bo bîranîna wan li Kurdistana Azad paşerojeke azad a jin û gelan biafirînin. Em sersaxiyê ji malbatên wan, hevrêyên wan û gelê me yê welatparêz re dixwazin, ji birîndar re jî şîfa xêrê dixwazin. Em destnîşan dikin ku xweparastin û bersivdan maf û wezîfeyeke.

Bêdengiya civaka navnetewî ya li dijî êrişan

Jin û gelê me yê hêja!

Dewleta Tirk sed sal in bi rengekî bê navber qirkirinê li gelê Kurd ferz dike. Tunekirina gelê Kurd, pêşeng û rêberên têkoşînê û berxwedanê ji xwe re kiriye polîtîkayek û pêk tîne. Ji xwe re kir armanc ku bê rêxistin, bê pêşeng û bê statu bihêle, bi asîmîlasyon, sirgûn, darvekirin û qetilkirinê hebûna Kurdan ji holê rake. Dema ku ev yek kir jî ji Kurd ê xayin, ji nêzîkatiyên dijminatiya li Kurdan a dewletên herêmê û ji polîtîkayên berjewendîperest ên hêzên hegemon ên navneteweyî sûd wergirt, bi piştgirî û tevkariya wan, ev yek kir. Bi sedsala duyemîn a Peymana Lozanê re polîtîkaya qirkirinê û tunekirina Kurdan hîn bêhtir bêperwa kir, derbasî derveyî sînorên dewleta Tirkiyeyê kir û gihand Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê. Heman êrîş li derveyî welat jî, li ku derê Kurdek hebe li wir hate kirin. Bêyî ku guh bide pîvanekî exlaqî, mirovî û hiqûqî yên navneteweyî ev êrîş têne girankirin û dewamkirin. Cîhan jî lê temaşe dike. Dewleta Tirk tola têkçûna DAÎŞ'ê ji Kurdan û Rojava hiltîne. Bi van êrîşên li derveyî mirovahiyê berdêla têkbirina DAÎŞ'ê hiltîne. Di serî de hêzên 'koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê, civaka navneteweyî li hemberî van êrîşan bêdeng e. Ev bêdengî bêrehm e, cihê xwe di nava pîvaneke exlaqî de nîne.

Divê bi berxwedanehê hê xurt bersiv bê dayîn

Gelê me yê hêja, mirovahiya şoreşger, çep û demokrat!

Li Tirkiyeyê, konsepta êrîşê û polîtîka dijminê mirovahiyê, neteweperestî, nijadperestî û olperestiyê ku klîka faşîst a Erdogan, Bahçelî serkêşiyê jê re dike, bi qetilkirina Kurdan dixwaze li herêmê bibe hêza yekane ya hegemon. Divê armanca tunekirina Kurdan bi her awayî bê dîtin û bi têkoşîn û berxwedaneke hîn bi xurtî bersiv bê dayin.

Ji ber ku rola Rojavayê Kurdistanê ya li dijî qirkirina mirovahiyê, jin û ekolojîk dibîne, rol, destûr û berpirsyariya hêzên navneteweyî ya di van êrîşên dewleta Tirk de heye. Bi rengekî eşkere bûne şirîkê komkujiya jin û Kurdan. Kurd û jinên ku DAÎŞ sekinandin, bêbandor hiştin û di vê oxirê de têkoşiyan têne qetilkirin, lê ew hêz aciz nînin, di heman demê de bi hesabê endametiya dewleta Tirk a li NATO'yê dibêjin 'nikarin tiştekî bikin' û bi vî rengî durûtiyê dikin.

Rêya pêşîgirtina li êrîşan berxwedan e

Ev êrîşên li qadê radixin pêş çavan bê Rojava bi rewşeke çawa ya metirîdar re rû bi rû ye. Armanc ji bazariyên qirêj ên dewletên hêzên mêtinger ku hatine nûkirin, armanca ji peymanên dîplomatîk ew e ku Kurdan bê îrade, bê rêveberî, bê paşerojê bihêlin. Êrîş bi rengekî giştî ne, li ser parçeyên din ên Kurdistanê jî têne kirin. Hewldanên ji bo tunekirina destketiyên Kurdan yek bi yek, hatine zêdekirin. Li her derê êrîş hene, rêya pêşîgirtina li êrîşan jî berxwedan e.

Banga mezinkirina berxwedanê

Hebûna Rojava ya li ser piyan, bandorê li seranserê Kurdistanê dike. Tunebûna destketiyên wê jî bi heman rengî wê bandorê li çar parçeyên Kurdistanê bike. Destketî encama têkoşîna me ya demdirêj bû. Em bang li gel û jinên Kurd dikin, ku bi hesasiyet û berpirsyarî tevbigerin, li her qadê têkoşînê mezin bikin. Divê Kurd ne bi berxwedaneke pasîf, lê belê bi hêz û îradeyeke ji berxwedan û têkoşîneke her demî ya radîkal destketî bêne parastin. Çarenûsa Rojava û gelê me di bin rîskê de ye. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, divê destûr neyê dayin ku derb li destketiyên me bê xistin.

Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma di pêşvebirina şoreşa Rojava de xwedî ked bûn. Di şexsê wan de em şehîdên demokrasî û azadiyê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin û êrîşa li dijî wan bi tundî şermezar dikin. Her yek ji wan ew mirov bûn ku bi dil û mejiyê xwe di avakirin, pêşvebirin û parastina şoreşê de xwedî ked bûn. Xwedîderketina li vê kedê, berxwedanê û sekna bi rûmet, xwedîderketina li xeyalên paşerojeke azad a ji bo mirovahiyê û jinan, wezîfeyeke demokratbûyînê û mirovbûyînê ye. Bi vê wesîleyê em careke din bang li gelê Kurdistanê, jinan, mirovahiya pêşverû, jinan dikin ku li hemberî van êrîşên faşîst helwestê nîşan bidin, bi hev re berxwedanê mezin bikin."