Ji KJK'ê bang: Divê hemû jinên cîhanê tevlî meşê bibin

Koordînasyona KJK'ê di salvegera damezrandina xwe de ev tişt anî ziman: "Em bang li hemû jinên Kurdistan û Rojhilata Navîn dikin ku vê meşa bi rûmet, bi coş, tijî serketin mezin bikin û hemû jinên cîhanê tevlî vê meşê bibin.”

Navenda Nûçeyan-Koordînasyona KJK'ê got, "Weke Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) em di savlegera 19'an a damezrandina xwe de ne. Bi destpêkirina sala me ya 20'emîn a têkoşînê re em jinên berxwedêr û yên ku nirxên azadiyê afirandine bi hezkirin silav dilkin. Rêberê Konfederalîzma Demokratîk ku em gihand vê astê û hişmendiya azadiyê da me, Rêber Apo bi hezkirin silav dikin. Meşa me ya azadiyê ya jinê ku bi pêşengiya hevrê Sakîne Cansiz (Sara) destpê kir, bi pêşengiya bi deh hezaran şehîdên me yên azadiya jinê dewam dike. Şehîdên me pêşengiyê ji me re dikin, rêya me ronî dikin. Her roja ku em soza xwe nû dikin ku hêjayî şehîdên xwe bin, berê me timî li têkoşîn û azadiyê ye. Têkoşîna me bi hêza pêşeng a deh hezaran jinan re ya li nava refên partiya me PAJK û artêşa me ya xweaprastinê YJA Starê bênavber dewam dike. Li hemû parçeyên Kurdistanê jin hêza xwe ya xweparastinê, rêxistiniya jinên ciwan, rêxistiniya civakî û siyasî ava dikin û li ser bingeha pêşengiya ji civakê re girseyî dibe. Li dijî her cûre êrîşên faşîst ên bi serweriya mêr, qirker û dagirker, hemû jinan, nirxên azadiyê yên jinan û civakê diparêze û dengê wan digihîne hemû cîhanê."

‘Sîstema KJK'ê Sîstemek wisa ye ku tawîzê ji azadiya jinê nade’

Di daxuyaniya KJK'ê de hate ragihandin ku jin alternatîfa konfederalîzma demokratîk û modela jiyana azad destnîşan dikin û hate gotin, "Li dijî her cûre sîstem, mejî û kiryarên bi serweriya mêr, ber bi jiyana azad ve gavê diavêje. Bersiva jinê ya li pirsa 'Divê çawa bê jiyîn?' dide. Ji ber ku sîstema KJK'ê sîstemeke welê ye ku ji azadiya jinê tawîzê nade.

Têkoşîna me ku bi meşa hevrê Sara destpê kir, bi rêxistiniya me ya YJWK û YAJK'ê dewam kir, bi teoriya qutbûnê, artêşbûna jinê, Îdeolojiya Rizgariya Jinê, fikrê hevjiyana azad kûr bû û weke partiya me ya pêşeng PAJK'ê bi partîbûnê mayinde bû, di 18'ê Nîsana 2005'an de rêwîtiya xwe ya azadiyê weke KJB'ê dewam kir û ji sala 2014'an û vir ve jî weke KJK'ê dengê xwe gihand tevahiya cîhanê.

KJK'ê bi PAJK'ê ku hêza wê ya pêşeng a îdeolojîk e, bi YJA Starê ku hêza wê ya xweparastinê ye, bi Komalên Jinên Ciwan ku rêxistina wê ya jin ên ciwan e, rêxistiniya xwe ya civakî ava kir. Li qada navneteweyî jî bi jinan, bi rêxistinên jinan re têkilî danî, tevî xwegihandina hemû jinên li Kurdistanê ji xwe re kir armanc ku jinên cîhanê hemûyan di armanca xwe ya pêkanîna konfederalîzma demokratîk de bicivîne.

Rêber Apo bi wesîleya rojê ji me re wiha got, 'Dixwazim ji jinên Kurd re bibêjim. Hevrêyên min ên jin ên dilsozê şerê azadiyê, têkoşîna azadiyê divê li çiyê, li deştê, li bajaran bibin garantiya mezin a azadiyê. Her tiştên ji bilî vê vala ne. Namûs û rûmet ew e ku bibe temînata azadiya gel. Hêza xwe ji bo vê yekê heye'.

Li ser bingeha baweriya Rêberê me ya ji bo jinan KJK li her qada ku jin lê ne li ser bingeha pîvanên Îdeolojiya Rizgariya Jinê bi erk û berpirsyariyê rabû ku têkoşînê bilind bike û nirxên jinê mezin bike. Li ser vê bingehê bi armanca pêkanîna yekîtiya demokratîk azad a jinên li Kurdistanê, armancên demokratîk ên jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê, misogerkirina yekîtiyê ji xwe re kir armanc. Bi vê gavê ber bi konfederalîzma jinê ya demokratîk ve çû, di têkoşîna azadiya jinê ya cîhanê de ev yek xwedî wateyeke dîrokî ye.

Em şêweyên zanebûnê yên ferzkirî û mejiyê serwer red dikin

Em di demeke dîrokî de ne ku bi 'Jin, Jiyan, Azadî' ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin. Em jinên Kurd bi îdîa ne ku pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê ya jinê ya cîhanê re bikin. Bi paradîgmaya neteweya demokratîk em li dora konfederalîzma jinê ya demokratîk a cîhanê xwe digihînin jinên cîhanê. Di meşa zehmet û bi wate ya azadiya jinê de li ser bingeha pîvanên damezrandinê yên Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) de em bi jinên cîhanê re dibin yek.

Salvegera 19'an a Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) li hemû jinan, li têkoşerên xeta azadiya jinê û her kesên ku azadiya jinê weke azadiya civakê qebûl dikin, pîroz be. Ya bi wate ew e ku ev roj weke roja vejîna kolektîf, nûbûn û avêtina gavên destpêkê ber bi konfederalîzma me ya jinê bê pîrozkirin. Pîrozkirin pêwendiya xwe bi pîrozmendiyê re heye. Çalakiya herî mezin û bi wate ew e ku pîrozmendiya jinê ya azad bi pîrozmendiya Xwedawendiyê re bikin yek.

Ji bo cîhaneke bi rengê jinê û sîstemeke konfederal a demokratîk a jinê, ji bo jiyaneke azad a bi nirxên jinê em 18'ê Nîsanê salvegera damezrandina KJK'ê bi xurtkirina avakirina jiyaneke azad pîroz bikin. Ji bo avakirina jiyana azad pêwîstî bi têgihiştinê heye. Em şêweyên zanebûnê yên ferzkirî û mejiyê serwer red dikin, li ser bingeha jineolojiyê ji xwe re dikin esas ku hişmendiyekê biafirînin. Her jinek bi tena serê xwe xwedî wateyeke mezin e, xwedî potansiyeleke azadiyê ya mezin e. Lê belê jin a rêxistinbûyî civakê bi temamî, wateya civakî nîşan dide. Weke KJK me ji xwe re kiriye armanc ku bi komun, meclîs, akademî û rêxistiniyên kooperatîfan di nava civaka xwe de jineke bi tenê ya bêrêxistinî nehêlin.

Hevrê Sara pûsûla me ye

Şêweyê jiyan û têkoşînê yê hevrê Sara ji bo me pûsûla ye. Em jiyanê bi temamî veguherînin şerekî li dijî mêrtiya serwer, jiyana bi rengê Sara bidin destpêkirin. Bi hezkirina ji jiyanê û israra li ser jiyana azad a hevrê Sara em jiyanê bedew bikin, bi hezkirina ji xweza û mirovan, wateya rasteqîn a hezkirinê, bi azadkirina xwe biafirînin. Bi têkoşîna demokratîk em têkoşîna xwe ya ekolojiyê bi hev re bilind bikin, her aliyê welatê xwe bi kulîlkan bixemilînin. Bi çandina kulîlkan, li gorî demsalê daran biçînin û xwezayeke kesk biafirînin. Li ser bingeha pîrozkirina salvegera me ya damezrandinê em civînan, semîneran, kombûnên perwerdeyî, çalakiyên çandî lidar bixin, li dijî qirkirina çandî çalakiyên berxwedana çandî pêk bînin. Lewma ji bo vegera li dayika xwezayê, li ser bingeha jiyana azad û afirandina çanda Xwedawendiya neolîtîk, pîrozbahiyên ku li damezrandina KJK'ê tên, pêk bînin.

Sedsala 21'ê ya me ye, dem hemû yê me ye. Bi ala xwe ya mor, bi roja xwe b, stêrka xwe, bi bedewiya çanda xwe ku li tevahiya cîhanê şîn bûye, di ronahiya lehengên me yên jinê yên azad de ku hemû serdem ronî kirine, em ber bi avakirina konfederalîzma jinê ya demokratîk a cîhanê ve dimeşin. Û em zanin ku azadiya Rêber Apo azadiya hemû jinan e. Em bi hemû hêza xwe tevlî kampanya 'Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd' bibin. Wezîfeya hemû jinan e ku vê kampanyayê bi ser bixînin.

Bi vê wesîleyê em bang li jinên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn hemûyan dikin ku vê meşa me ya bi rûmet, bi coş, bi serketinan têr û tijî mezin bikin, bang li jinên cîhanê hemûyan dikin ku tevlî vê meşa me bibin."