Ji KJAR’ê bang: Em bibin dengê zindaniyên siyasî yên jin

KJAR’ê têkildarî sepandina cezayên darvekirinê li ser çalakvanên jin daxuyanî da, ji bo rawestandina van cezayan bang kir û li dijî cezayên darvekirinê banga “Em bibin dengê zindaniyên siyasî yên jin” li jinan kir.

Navenda Nûçeyan – Sepandina cezayên darvekirinê yên li ser Şerîfe Mihemedî û Pexşan Ezîziyê bertekên zêde bi xwe re anîn. Di vê çarçoveyê de KJAR’ê daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaz ji hemû azadîxwaz û rêxistinên parastina mafên mirovan û çalakvanên jinan kir ku li dijî vê cezayê rawestin û ji bo rawestandina wê kar bikin û xwedî li hemû girtiyên siyasî yên jin derkevin. 

Daxuyaniya KJAR’ê bi vî awayî ye:  

‘’Piştî şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” yê û berfirehbûna têkoşîna azadiyê ya jinan û hemû civakên Îranê, em bûne şahidê zêdebûna fişarên rejîma Îranê yên li dijî jinan. Eşkere ye ku jin pêşengên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê ne. Di heman rojên destpêka şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê de pêla kiryarên nemirovî yên rejîma Îranê û hikmên sêdareyan ku her diçû zêde dibûn û niha jî gihîştiye astên herî bilind. Di wê çarçoveyê de dayina cezayên îdamê hem li hundir û hem jî li derveyî welat bûye sedema fikaran.

Her wekî ku tê zanîn dadawerê bi navê Îman Efşarî cezayê îdamê li rojnamevan, çalakvana civakî û girtiya siyasî Pexşan Ezîzîyê birî ku Ezîzî ku ew salek bû li Girtîgeha Êvîn a Tehranê dihat dîlgirtin. Pexşan Ezîzî ev salek bû ji mafê dîtina malbata xwe û hebûna parêzerekê bêpar hatibû hiştin û ji bo ku bi darê zorê li xwe mikur bê û tawanên ku nekirî qebûl bike, di bin zext  û êşkenceyê de bû. Her wiha hinek girtiyên din ên jin yên li zindanên rejîmê rehîn tên girtin jî bi heman xetereyê re rû bi rû ne. Her wiha hevala me Werîşe Muradî jî  (Ciwana Sine) ku niha li Girtîgeha Êvîn a Tehranê ye û tê dadgeh kirin.

Rejîma  Îranê bi xwe hêza têkoşîna jinan baş nas dike û dayina cezayên giran jî ji ber tirsa wan beramberî hêza jinan û têkoşîna ji bo nasname, irade û azadîxwaziya jinan e. Zindan jî di heman demê de bûne senger û çepera berxwedan û têkoşînê. Ew zindanên ku Komara Îslamî weke ciyê poşmaniyê binav dike, niha bûye cîhê hemfikrî, piştgirî û rêxistinê. Rejîma Îranê divê bizanibe ku wê encamên wan cezayên nemirovî li wan vegere. Hêza gel nîşan da ku fişar û pêkanîna cezayên  nemirovî ne rêya çareseriyê ne û azadî bi cezayên îdamkirinê  nayê dayin. Ew zilm û sitemkarî ye ku wê bi kiryarên xwe dawîya xwe bîne.

Em weke Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di gel şermezarkirina wan cezayên giran ên li dijî girtî û zindaniyên siyasî Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemedî bang li  hemû civakên azadîxwaz, saziyên mafên mirovan, çalakvanên mafê jinan dikin ku li hemberî van cezayên îdamkirinê bêdeng nemînin.

Pexşan Ezîzî bû dengê hemû jinên têkoşer û azadîxwaz, divê em jî di wê dema hestiyar de bibin dengê wê û hemû zindaniyên siyasî yên jin.”