Ji KESK’ê serdana piştevaniyê ji bo Emîne Şenyaşar
Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar li ber deriye edliya Riha di roja 836’an de berdewam dike. Endamên KESK’ê serdana ji bo piştgiriyê serdana Emîne Şenyaşar kirin û gotin; ‘Em bawer dikin ku wê Emîne Şenyaşar edaletê bîne.’
Riha- Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrîşê malbata Şenyaşar kirin. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, berdewam dike.
Ji KESK’ê serdana piştevaniyê
Emîne Şenyaşar hate ber deriye edliya Rihayê nobeta edaletê di roja 836’an de berdewam kir. Rêveberên Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Rihayê îro serdana piştevaniya dayika Emîne Şenyaşar kir.
‘Em bawerdikin ku wê dayîka Emîne edaletê bîne’
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ê Rihayê Mahmût Bînîcî di serdanê de axivî û bal kişand ku edalet tenê ji bo serdest û desthilatê heye û wiha got: “Mixabin hêzên ewlekariyê jî berpirsyartiya xwe pêk nayînin. Weke endamên KESK’ê em her tim piştgiriyê bidin malbata Şenyaşar. Em ji dil bawerin ku dayika Emîne dê edaletê bîne. Ev edalet ne tenê ji bo Emîne Şenyaşar û malbata wê lê ji bo tevahiya pirsgirêkên welêt jî dê bibe hîmê bingehîn.”
‘Ez jî êdî dixwazim li mala xwe rûnim’
Emîne Şenyaşar bal kişand li ser doza ku wê di 18’ê Tîrmehê de bê lidarxistin û banga piştevaniyê kir. Emîne Şenyaşar dixwaze edalet pêkwere û got: “Ez dixwazim êdî li gel zarok û neviyên xwe li mala xwe bijîm.”
KESK’iyan heta demekî bi Şenyaşar re nobet girtin.