Ji Kampa Holê 22 kes vegeriyan welatên xwe

Ji kampa Holê ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin, 5 jê zarok 11 welatiyên Emerîkî, 6 welatiyên Kanadayê, 4 Holandî û welatiyek Fînlandiyayê vegeriyan welatên xwe.

Navenda Nûçeyan - Ji kampa Holê ya li Herema Bakûr Rojhilatê Sûriye ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin, 5 jê zarok 11 welatiyên Emerîkayê vegeriyan welatên xwe. Her wiha hate diyarkirin ku li gel wan, 6 welatiyên Kanadayê, 4 Holandî û welatiyek Fînlandiyayê ji bo welatên wan hatine vegerandin. Bi giştî 22 welatî vegeriyan welatên xwe.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê Matthew Miller ragihand ku ji kampa Holê 5 jê zarok 11 welatiyên Emerîkayê ji bo welat vegerand. Matthew Miller diyar kir ku ji bo vegerandina 6 welatiyên Kanadayê, 4 Holandî û welatiyek Fînlandiyayê ji bo welatên wan alîkarî kirine. Her wiha Matthew Miller da zanîn ku zarokek 9 salî yê ku bi xwe ne Emerîkî lê biryarê wî Emerîkî ye, ji bo Emerîkayê hatiye şandin. Destnîşan kir ku di kampên li Sûriyeyê de nêzî 25 welatiyên Emerîkayê mane.

Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Antony Blinken jî got ku, di operasyonekê de ku saziyên Emerîkî, Kuweyt û şervanên Kurd beşdar bûn de, Emerîka 11 welatiyên xwe ku 5 ji wan zarokin û birayê Emerîkiyekî 9 salî ku bi xwe ne Emerîkî, ji bo Emerîkayê şandine.

Wezareta Karên Derve ya Kanadayê jî ragihand ku 6 zarokên welatiyên Kanadayê dê ‘piştgirî û lênihêrîna ku ji bo destpêkirina jiyanek nû li Kanadayê hewce dike bistînin.’

Hêjayî gotinêye ku hîna li kampên Hol û Roj yên li Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 30 hezar zarokên ji 60 welatên cuda hene.

Amnesty International di rapora xwe ya ku di 17’ê Nîsanê de parvekirî de ragihandibû ku li kampên Hol û Roj 29 hezar zarok dimînin.