Ji Kabîlê jinan bertek nîşanî cezayên darvekirinê dan

Jinên Efganiyên ku dibêjin “Roja hesap xwestina jinan ya ji Talîban û mollayan tê” cezayê darvekirinê yê ji Pexşan Azîzî û Şerîfe Muhammedî hatîn dayîn şermezar kirin û gotin: “Divê em hêstirên çavê xwe veguherînin hêzê.”

BAHARÎN LEHÎB

Kabîl – Jinên Efganî yên ku tevî zilma Talîban li her deverî tekoşîn didin, cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Azîzî û Şerîfe Muhammedî ya ji aliyê Komara Îslam ya Îranê ve hat birîn şermezar kirin.

Jina Efgani Şazia Safa got: “Dema ku min cezayê darvekirinê li xwişkên xwe yên Îranî bihîst, ez matmayî mam. Êş û kîn hemû hebûna min dagirtibû û hêsir ji çavên min dibariyan. Min soz da ku çi dibe bila bibe, divê em jin destê xwe bidin hev û tola xwe hilînin û van rondikên xwe veguherînin hêzê.”

 ‘Roja ku em tola xwe rakin tê’

Çalakvana mafê zarokan Fawzia Jalal jî wiha got: “Melayên sûcdar; Dema we xwişkên me yên delal, têkoşer û leheng ji destê me stendin, ez êşiyam. Paşê min sond xwar. Xwişkên min ên delal, rehet bin, roj tê ku em ê tola xwîna we ya rijandin ji melayên xayîn hilînin. Roj tê ku fedekariya hemû şervanên jin ên Îranê fêkiyê bide.”

‘Êşên dayikan hevpar e’

Jinêk Efganî ya ku nexwest navê xwe bide cezayên darvekirinê şermezar kir û wiha axivî: “Du keçên min hene. Keçek min ji ber dûçarî zilmê bu mecbur ma ku welat biterikîne. Ez di ferqa hemû êşên ku jinên tekoşer ên Îranî jiyan kîrî de me. Êşa me hemû dayikan hevpar e. Dema min hêza dayîka Satar Beheshtî Gohar Eşçi bihîst ez bêtir bihêz bûm. Ew dest ji girînê berneda lê ji bo tola kurê xwe û bi hezaran zarokên din rake zend û bendên xwe hilda û di refên têkoşînê de cihê xwe girt. Divê em dayik ji wê ders bigrin. Ji bo hemû sucên hukmeta mela û Talîban bên bihîstin divê em alîkarî bidin zarokên xwe.”

‘Roja hilweşandina van her du hikûmetan tê’

Peyama gelek jinên Efganî yên ku me bi wan re hevpeyvin kir wiha bûn: “Xwîna heskiriyên xwe bizivirînin hêzê û bi fikrê hilweşandina hikûmeta Talîban û melaya otorîter li hev bikin. Êdî em nahêlin zarokên me, xwişkên me, birayên me, hevserên me ji destê me bistînin û em ê van her du hikûmetan hilweşînin. Roja ku jin ji Talîban û ji melayan hesab bistîne tê.”