Ji JINWAR'ê berteka li hemberî êrişan

Şêniyên gundê JINWAR’ê bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan û bang li gel û jinên cîhanê kirin û xwestin li dijî van polîtîkayên qetlîamê derkevin.

Navenda Nûçeyan – Li gel ku gef û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin, bertek jî didomin. Şêniyên gundê JINWAR ê ku jin û zarok lê dimînin bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirin û gotin, "Em ê heta dawiyê şopdarên rêya Rêberê xwe û azadiyê bin."

Di daxuyaniyê de ev daxuyanî hatin dayîn:

“Em li ser navê gundê JINWAR daxuyanî didin. Em bang li hemû gelên cîhanê û jinên azadîxwaz dikin. Der barê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî em dibêjin 'Êdî bes e' wê çiqasî li me bixin, wê çiqasî me neçar bikin ku ji xak û welatê xwe birevin. Em ê li hemberî wan her tim li qadan bin. Em ê bi ser bikevin, em bi vê bawer in.

Dewleta Tirk û çeteyên wê her dem û bi her awayî dixwazin me tine bikin. Armanca me misogerkirina yekîtiya gelan e, em dixwazin bi hev re jiyaneke biratî, azad û demokratîk bijîn. Di navbera gelê Kurd, Ereb, Ermenî û Çerkez de ti cudahî nîne. Em hemû gel in, em li vê xakê dijîn, lê dixwazin me parçe bikin û bi vî awayî tune bikin.

Em ê teqez bi ser bikevin

Li dijî van polîtîkayan em bang li gelên cîhanê û jinên azad dikin: 'Êdî bes e'. Em dibêjin êdî bes e ji mirin, şer û xwînrijandinê. Ma rêxistinên mafên mirovan nabînin ku ewqas zarok û mirov hatine qetilkirin? Di vê sermayê de neçar man ji malên xwe koç bikin. Şêniyên Şehba-Efrînê ne cara yekem e bi vî rengî koç dikin. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê dem bi dem rastî komkujî û koçberiyê tê. Çiqas bixwazin me bikujin jî em ê her tim bibin yek. Em ê her tim li qadan bin û xebatên xwe pêş bixin. Em ê her tim xwedî li jiyana demokratîk û azad derkevin.

Em ê şopdarê Rêbertiya xwe bin, em ê xeta şehîdên xwe bişopînin. Ji ber vê em dibêjin divê em bibin yek. Bila di nav gelê Kurd de hezkirin û wekhevî hebe. Me li Tebqa, Hesekê û Reqqayê dît ku gel alîkariya kesên koçber kirine. Li vir me dît ku gelê me alîkariya hev kirin. Werin em bi hev re bixwin, her çend pariyek nan be jî. Em ê teqez bi ser bikevin. Em ê heta dawiyê rêya Rêbertî û azadiyê bişopînin.”