Ji jinên zanîngehan daxuyanî ya ji bo Çîlem Dogan û Ayşe Gokkan
Koma Jinan a Zanîngeha Bîlgiyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê, 15 sal cezayê girtîgehê yê li Çîlem Dogan a ku mafê xwe yê parastinê bikar anî ji ber wê girtiye û cezayê girtîgehê yê ji bo Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan hat dayin şermezar kir û peyama piştgiriyê dan.
Stenbol - Jinên Zanîngeha Bîlgiyê ji bo şermezarkirina cezayên li aktîvîstên jin hatiyî birîn û ji bo şermezarkirina cezayê girtîgehê yê li Çilem Dogan a ji ber parastina xwe 15 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, li Kampusa Santral daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Koma Jin a Zanîngeha Bîlgî ku pankarta "Ji Çîlem Dogan re azadî" vekir, dema çîroka Çîlem Dogan dihat vegotin, bal kişandin ser têkoşîna wê ya hiqûqî.
Jinên zanîngehê nêzîkatiya li jinên ji ber mafê xwe yê jiyan û parastinê bi kar anîne ji aliyê Dadgeha Bilind hatine cezakirin şermezar kirin û gotin, “Têkoşîna me ya bi daraza mêr re wê bidome. Em cezayê ku li Ayşe Gokkan hatiye birîn jî qebûl nakin. Em ê mafê xwe, têkoşîn û jiyana xwe biparêzin.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.