Ji jinên Tûnisî pêngava çandina daran: Hedefa me hawirdorek paqij e
Koordînatora Projeya Koma Piştevaniya Kesk û Komeleya Tûnisa Paqij Siwar Ban Mahmoud a li Tûnisê, ragihand ku li dijî şewata daristanan dest bi kampanya ‘Çandina milyonek dar’ kirine. 113 jin di pêngavê de cihê xwe digirin.
NEZÎHA BOUSSAÎDÎ
Tûnis – Li herêmên cûda yên Tûnisê ji ber ku şewat çêbûn, qadên mezin ên daristanan şewitîn. Li bajarê Zagvanê komeleya Tûnisa Paqij û Koma Piştevaniya Keskê dest bi kampanya ‘Çandina milyonek dar’ kir. Tê xwestin ku pêngav heta meha Adara 2025’an temam bibe. Koordînatora Projeyan a Koma Piştevaniya Kesk û Komeleya Tûnisa Paqij Siwar Ben Mahmoud diyar kir ku komele bi daîreya daristanê re bi awayek koordîne dixebite.
Siwar Ben Mahmoud da zanîn ku hedef dikin di bin kontrola Wezareta Çandiniyê de li hemû qadên daristan û çiyayî, daran deynin û wiha berdewam kir: “Di mehên havînê de qadên ku ji şewatên daristanan bi bandor bûne, kar û barên çîmkirinê, divê di nava 2-3 salan de were pêkanîn. Ger ev neyê pêkanîn, ewê bi kampanyayên çandina daran ku di werza peyîzê de detspê dike, heta werza biharê mudaxele bê kirin.”
‘100 hezar dar hatin çandin’
Siwar Ben Mahmoud diyar kir ku niha komele li çiyayê Sajnane ya li bajarê Bîzertê bi destê jinan 100 hezar darên cûda yên wek Findeq, fisteq, çama Helebê biçîne. Siwar da zanîn ku ji bo meşandina pêngava berfireh a çandina daran dixebitin û wiha got: “Xebat di çarçoveya bernameya çandina milyonek dar a li daristanan, tê meşandin. Komeleyê sala borî bi 50 jinana re li daristana Haddada dest bi pêvajoya çandina daran kiriye. Piştre li ser esasa dilxwaziyê ev hejmar gihîşt 120 jinan.”
‘Bû çavkaniya jiyanê’
Siwar Ben Mahmoud anî ziman ku daristan bûye çavkaniya dahata jiyana mirovan û wiha pê de çû: “Di meha Remezanê de ji derveyî alîkariyên me yên ku me bi jinan re kirî, bi bacek guncaw ji bo ku di çandina daran de sûd bidin, me biryar girt ku em derfetên kar ava bikin. Dest bi xebatê kirin, ên ku ji kar derketin jî hebûn. Di şertên taybet de pêvajoya darçandinê bi beşdarya 113 jinan dom kir. Jinên ku kar û barê darçandinê temam kirin, di lutkeya çiya de bi rêbazên xwe pîrozbahî kirin, bi milyonan kesan bi heyranî li wan nihêrtin. Xebatên hatin kirin, di malpera komeleyê de tên weşandin.”
‘Xebatek koordîneyî tê meşandin’
Siwar Ben Mahmoud destnîşan kir ku her jina ku dixebite bi fedakarî her roj daran datîne û wiha dom kir: “Ji bo pêngava çandina daran bi taybetî me xwest em jinan hilbijêrin û bidomînin. Ji ber ku jinên ji beşên çolwar, xwedî rihek jîr in. Di heman demê de me ferq kir ku jinên li çolwaran êş dikşînin. Ji bo dixwazin zarokên xwe di cihe hê baştir de bibînin ji dil û can, bêyî gilî û gazincan bikin, dixwazin bixebitin. Di mijara cûreyên darên werin çandin de her tim em bi awayek koordîneyî dixebitin. Lê belê hinek deman jinên ji beşên çolwar, dema dixwazin ji berheman sûd bigirin, dixwazin wan cûreyên daran biçînin.”
‘Hejmarek zêde dilxwaz beşdarî pêngavê bûn’
Siwar Ben Mahmoud destnîşan kir ku pengava Komeleya Tûnisa Paqij li herêmên cûda yên Tûnisê darçandinê encam dide û wiha got: “Kampnaya ku di roja çandina daran de hatiye destpêkirin, hejmarek zêde dilxwaz beşdar bûn. Jinên ku hemû roja xwe li çiyayan bi çandina daran derbas dikin, hinek caran tevî baranê jî xebatên xwe didomînin. Demek piştî çandina daran, dîsa vedigerin heman dinyayê û pêvajoya çîmkirinê pêk tînin.”
‘Di nava xwendekaran de hişyarî ava kir’
Siwar Ben Mahmoud diyar kir piştî ku komele li perav û kendavan geriyaye, hedef dike her dawiya hefteyê pêngava paqijiyê bide destpêkirin û deryayan biparêzin. Siwar, der barê armancên komeleyê de wiha got: “Komeleya me di heman demê de bi riya ‘Bernameya Dibîstana Eko’ xwendekaran di mijara hawirdorê de perwerde dike. Bi zarokan re têkildarî pirsgirêkên hawirdor û di dibîstanan de derbarê çareserkirina pirsgirêkên tên jiyîn d, em axaftinan dikin. Bi beşdarkirina zarokan a vê pêvajoyê em didin hîskirin ku ew hevkarên guherînê ne. Xwenderkarên dibîstanê di aliyê parastina hawirdor û meşandina xebatên çandina daran de komek gelek giring e. Mînak xwendekarên pola 5’an, hewl didin di navbera xwendekarên ji wan biçûktir de hîşyarî ava bikin. Heta hinek xwendekarên pola 5’an ji bo karên dane destpêkirin temam bikin, ji bo zarokên ji xwe biçûktir îqna bikin, biryar didin salek din jî di dibistanê de bimînin. Ev xwendekar bermahiyên ku cûdakirinê bi lêvegerandinê didin qezenckirin, darên ku sih û fêkî didin diçînin û balê dikşînin ser parastina hawirdorê.”
Banga ji bo jinan
Herî dawî Siwar Ben Mahmoud bang li jinên ciwan kir û wiha got: “Komeleya me di sala 2018’an de bi dilxwazî dest bi kar kir. Heta ku zanîngehê xilas dikin, heta dibin Koordînatorên proje, gelek tiştan fêr dibin. Divê jinên ciwan bi dilxwazî beşdarî xebatên komeleyê bibin. Beşdariya van cûrên xebatan, hesta netewî dide fêrkirin û ji bo avakirina kesayatiyek, dibe alîkar.”