Ji jinên Suweyda banga bilindkirina têkoşînê

Jinên Suweyda banga ‘rûxandina rejimê’ û ji bo hemû maf û azadiya xwe wê têkoşîna xwe berdevam bikin kirin û pirs kirin û gotin; ‘Emê heta kengê bêdeng bin.’

ROCHELLE JUNİOR

Suweyda- Xwepêşandanên gel li parêzgeha Suweyda ya Sûriyê ji bo azadî û wekheviyê li qada Karama di meha xwe ya dûem de berdewam dike.

Huda Ishta ku bejdarî xwepêşandanan bûye diyarkir ku ji bo li mafê xwe bigerin daketine qadan û wiha got: “Ji destpêka qeyrana Sûriye heta niha em li ser linganin. Zarokên me hatin girtin, îro ji bo em li mafê xwe bigerin em ji dervene. Em dixwaz dikin ên ku hatin girtin werin berdan. Ji ber rejîmê şert û mercên jiyanê gelek xirab bûye, gel terkî qedera wan hatin kirin. Ên ku Sûriye ji dagirkeriya Fransa rizgar kir û hikumet di tebsiya zêr de pêşkêşkir em in, lê belê beramberî wê çi çêbû, dizî û gendelî… nirxê rûmetê nîne ji ber vê yekê heta ku rejîm vê yekê ji holê nerake emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

‘Rabin ser lingan û daxwazên xwe bilind bikin’

Ji xwepêşanderan Radya Ishta wiha banga bejdariya têkoşînê li gel kir û di heman demê de banga hestiyariyê li civaka navnetewî kir û got: “Em ketine vê halê ku nikarin zarokên xwe têr bikin, emê li dijî binpêkirinên li beramberî me tê kirin heta kengê bêdeg bin? Ji mafê xwe, azadiya xwe û pêşeroja zarokên xwe rabin ser lingan û daxwazên xwe bilind bikin.”