Ji jinên Sûdanî piştgiriya mexdûrên erdhejê
Jinên Sûdanî ji bo piştgiriyê bidin mexdûrên erdhejê li paytext Xartûmê stand vekirin. Jinan li standê diyar kirin ku ew ê alîkariyên ku kom kirine di demeke herî nêz de bigihînin mexdûrên erdhejê.
MAYSA AL QADI
Xartûm – Komeleyên jinan, sazî û dezgehên herêmî yên Sûdanê ji bo piştgiriya erdhejzedeyên li Tirkiye, Kurdistan û Sûriyê duh li paytext Xartûmê stand vekirin. Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Jin û Hevjînên Biyanî ya Sûdanê Dr. Soha Kemal der barê standa ku hatiye vekirin de got, “Ev standa ji bo piştgiriya mexdûrên erdhejê hatiye vekirin. Em ê di zûtirîn dem de biçin serdana herêmên ji erdhejê bandor bûne. Li van herêman dê alîkarî û stargeh bên kirin. Di heman demê de dê ji bo van hereman piştgiriya aborî jî bê dayîn.”
'Em li riyên alîkariyê digerin ji bo Sûriyeyê'
Soha Kamal diyar kir ku di erdhejê de 2 welatiyên Sûdanê mirin û wiha got: "Ji dema ku karesat dest pê kir me bi hevrêziya Balyozxaneya Sûdanê û civaka Sûdanê re ji bo kontrolkirina jinên Sûdanî yên li Tirkiyeyê dest bi xebatê kir. Destpêkê ji me re gotin ku her kes baş e, lê belê civatê da zanîn ku jinên Sûdanî winda ne. Pişt re hat gotin ku jineke Sûdanî jiyana xwe ji dest daye. Têkiliya bi mexdûrên erdhejê yên li Sûriyeyê re zehmet e. Em li vir li rêyên gihandina alîkariyê digerin."
'Em ê biçin herêmên ku ji erdhejê bandor bûne'
Serokê Rêxistina Geşepêdana Cesar a Sûriyeyî, Huseyîn Wada Allah ku beşdarî vekirina standê bû, sersaxî ji xizmên mexdûrên erdhejê re xwest û diyar kir ku ew ê di rojên pêş de biçin herêmên ku ji erdhejê bandor bûne.
'Hevgirtin wê êşê kêm bike'
Awatef Abdel-Bari ku yek ji beşdarên standê ye, bal kişand ser girîngiya hevgirtinê û wiha got: “Ev hevgirtin dê êşa mexdûrên erdhejê sivik bike. Gelek saziyên herêmî jî di nav de Rêxistina Penaberan a Dildaran jî beşdarî standê bûn. Em ê di demeke herî nêz de piştgiriya xwe ya madî û manewî bidin herêmên erdhejê."
Yek ji beşdarên standa alîkariyê Omeima Hesen wiha got: "Dema me ev nûçe bihîst, me texmîn kir ku erdhejek asayî ye. Me texmîn nedikir ku karesat ev qas mezin be."