Ji jinên navdar ên dinyayê banga ‘Mafê Hêviyê’

Jinên li seranserî cîhanê ji bo bicîhanîna “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan, ji Konseya Ewropayê re name şandin.

Navenda Nûçeyan- 39 jinên li seranserî cîhanê navdar in, ji bo ku “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê parastin, ji Konseya Ewropayê (KE) re name şandin. Di nava kesên ku name îmze kirine de gelek jinên navdar hene. Feminîsta Hindistanî Abha Bhaiya, ji sazumankara tevgera jinan a DYA’yê Harriet Fraad, ramangera Arjantînî Rita Segato, qasida aştiyê ya Yemenî Dr. Raida Al Zabhani û fîlozofa Fransî Catherine Malabou jî di nav van 39 jinên cîhanî yên navdar de cîh digrin.

‘Tiştê pêwîst dike îradeya siyasî ye’

Jinan ji Serokê Komîteya Wezîran a KE’yê İan Borg û Cigirê Wezîr Francesca Camilleri Vettiger re name şandin. Jinan diyar kirin ji bo ku nûnerê paradîgmaya Aştî û Civaka Demokratîk bikaribe rista xwe tam bilîze, divê şertên wî yên azadiyê tam rast bibin û divê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê piştgiriyê bidin. Jinan xwest ji bo biryara dadgehê bikeve meriyetê mekanîzmayên pêwîst bikevin meriyetê.

5 biryarên şênber cîh girtin

Jinan xwestin ku; biryara DMME’yê bikeve meriyetê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were berdan, Komîsyona Meclîsê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên şênber bavêje, YE û aktorên navneteweyî cesaretê bidin Tirkiyeyê ku gavan bavêje, PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û krîmînalîzasyona li dijî Kurdan êdî bi dawî bibe.

Tevahiya naveroka nameyê

Di nameyê de hate bibîrxistin ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî hatiye revandin û ew birine Girtîgeha Girava Îmraliyê. Hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan ji bo sazî, rêxistinên jinan û tevgerên ekolojiyê û tevgerên ji bo jiyanek hevpar xwe rêxistin dikin, di asta kûreyî de îlham dide.

Di nameyê de hate ragihandin ku divê şert û merc werin afirandin ku weke muxatabê sereke yê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û nûnerê rewa yê gelê Kurd Abdullah Ocalan bikare bi rengekî tam tevlî vê pêvajoyê bibe. Hate destnîşankirin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) divê biryara sala 2014’an a têkildarî ‘mafê hêviyê’ bicîh bîne.

Di nameyê de hat bilêvkirin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê 15-19’ê Îlona 2025’an dosyaya Abdullah Ocalan car din binirxîne.

Her wiha di nameyê de jinan bendewariyên xwe wiha anîn ziman:

“* Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê divê biryara têkildarî doza Ocalan a di sala 2014’an de dayî, pêk bîne. Bi taybetî têkildarî ‘Mafê Hêviyê’ divê di hiqûqa Tirk de guhertin bên kirin.

* Tirkiye divê Birêz Abdullah Ocalan berde. Ji bo pêvajoya aştiyê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan ji çareseriya pirsgirêka Kurd re pêwîst e. Ji xeynî tevlîbûna pêvajoyên siyasî, divê derfet jê re were afirandin ku bikare bi rengekî azad bi parêzerên xwe, çapemenî, partiyên siyasî û nûneran, rêxistinên civakî yên sivîl û aktorên din re hevdîtinê bike.

* Parlamentoya Tirkiyeyê divê ji bo demokratîkbûneke ku wekheviya hemû gelên li welêt biparêze û ji bo naskirina mafên Kurdên li Tirkiyeyê, gavên şênber ên siyasî û qanûnî bavêje.

* Dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê û aktorên din ên navneteweyî divê cesaretê bidin Tirkiyeyê da ku bi rengekî samîmî di pêvajoyê de gavên lezgîn bavêje. Divê zexta dîplomatîk li Tirkiyeyê were kirin ku li gorî pîvanên demokratîk tevbigere, dijmintiyên leşkerî bide sekinandin û girêdayî pêvajoya aştiyê bimîne. Divê hewldanên navbeynkar bên pêşniyarkirin.

* Tirkiye, dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê, Dewletên Yekbûyî û welatên din ên eleqedar divê PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxin û dawî li krîmînalîzasyona li ser Kurdan bînin. Ev wê rêya serketina pêvajoya nû vebike.”

Jinên name îmze kirin ev in: 

“Abha Bhaiya (Hîndistan), Catherine Malabou (Arjantin), Harriet Fraad (DYA), Dr. Raida Al Zabhani, (Yemen), Donna Haraway, (DYA) Rita Segato (Arjantin), Bahiyah Al Saqqaf (Yemen), Rahila Gupta (Îngîlistan), Coni Ledesma (Hollanda), Saloua Guiga (Tunus), Chiara Cruciati (Îtalya), Dinah Altai (Iraq), Franziska Stier (Swîsre), Sawsan Shoman (Lubnan), Afraa Al Hariri (Yemen), Dr. Carol Mann (Fransa), Margaret Owen (Îngiltere), Sherifah Ghaddar (Cezayir), Dr. Farah Sabir (Irak), Janet Biehl (DYA), Lara Reddy (İtalya), Bianca Argentieri (İtalya), Dr. Houssami Mahjoub (Tunus), Dr. Fernaz Attia (Misir), Shamsa Najar, Dr. Alaa Alqaisi, Ashwaq Abdullah, Yusra Ahmad Majid, Iman Ibrahim, Samirah Mahmoud, Aseel Hussein Ali, Ankham Ibrahim Jamil, Wassan Al Jibouri, Aseel Mohammad Hasan, Dr. Ruqeyya Mazhar Qasim, Hanan Ismail Ahmad, Zahraa Abdullah Mahmoud, Zahra Khadim Yassin û Aya Ali Jasim (Iraq)”