Ji jinên Mexribê li dijî tundiyê kampanya: Sifir tolerans
Jinên Mexribê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan komxebatek li dar xistin û kampanyaya ‘Di tundiya li dijî jin û zarokên keç de sifir tolerans’ dan destpêkirin.
HANAN HARÎT
Mexrib- Aktivîstên Mafên Mirovan ên Mexribê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, kampanyaya ‘Di tundiya li dijî jin û zarokên keç de sifir tolerans’ dan destpêkirin û di roja 25’ê Mijdarê de ji aliyê Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê (ADFM) ve komxebatek hat lidarxistin. Di komxebatê de hat diyarkirin ku tundiya li dijî jinan êdî nayê qebûlkirin.
Aktivîstên mafên mirovan diyar kirin ku ji bo erêkirina zagonên parastina jinan ji bo tundiya li dijî jinên Mexribê ku di malê de, li qadên giştî rast tên were kêmkirin dixebitin.
Endama Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê Khadija Rabah da zanîn ku lidarxistina komxebateke bi vî awayî rastî demek wisa hatiye ku ji bo Platforma Çalakiyên Pekînê ya Mexribê di qada pêkanîna wekheviya zayenda civakî de derbarê destkeftiyên hatine bidestxistin de, rapora neteweyî pêşkêş bikin hatiye. Khadija Rabah diyar kir ku ji bo roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ji bo çalakiyên 16 rojên pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan, polîtîkayên giştî werin nirxandin firsendek e û got: “Polîtîkayên li dijî tundiyê, di asta herêmî de gelo bandorek wê heye? Zagonên me û mijarên me wekheviyê ji me re wê bixin bin temînatê? Pêvajoya guherîna zagona malbatê ya Mexribê beriya salekê dest pê kir û em hê li bendê ne ev zagon derbikeve û di hemû bûyerên vê zagonê de û di rewşan de em di wê hêviyê de ne wekhevî û edaletê bixe bin temînatê.”
‘Jinên Mexribê rastî tundiya aborî tên’
Khadija Rabah da zanîn ku femînîstên li Mexribê li benda guherîna zagonê ne û got: “Mixabin tundiya siyasî bandorê li gelek jinan dike, saziyên partiyan erkên xwe bi cih tînin. Ev sazî divê rêz li mafên jinan û wekheviyê re bigrin û di demek wiha de divê destûr neyê dayîn jin rastî van cureyên tundiyê werin lê em hê rastî vê tên. Di aliyê pêkanîna zagonî û metnan de gelek pirsgirêk û kêmanî hene.”
Khadija Rabah destnîşan kir ku jinên Mexribê rastî tundiya aborî tên û got: “Rêjeya jinên dixebitin ji sedî 15 derbas nabe. Ev jî nîşan dide ku der barê xwegihandina jinan a kar de gelek pirsgirêkên me hene. Gelek jin hê ji perwerde, mamoste û hişyariyê bêpar in. Em bi hêvî ne ku di civaka Mexribê de cudakariya di navbera jin û mêr de kêm bibe edalet û wekhevî pêk were.”
‘Hedef nehatine pêkanîn’
Endama Rêveberiya Lijneya Komeleya Demokratîk a jinên Mexribê Raja Belkahal jî da zanîn ku armanca wan ew e balê bikşînin ser tundiya li ser jinan û ji bo jiholêrakirina vê diyardeyê hatine ba hev û got: “Di nava 10 salên dawî de hedefên pêşketina berdewamiyê ya rojên NY diyar kirine fersendek e. Lê belê ev hedef nexistine meriyetê yan jî der barê jiholêrakirina tundiya li dijî jin û zarokên keç de polîtîkayên civakê nehatine teyîsin.”
Raja Belkahal Ji bo li dijî her cure cudakariyê têkoşîn were kirin bang kir ku di makezagonê de Komîsyona Têkoşîna bi Cudakariyê û Wekheviyê re were avakirin û da zanîn ku ev yek ji daxwazên bingehîn ên tevgerên jinên Mexribê ne, ji bo pêşxistina mafên jinan, wekhevî û cudakariyê ji bo rêgez bikevin meriyetê ewlehiyek bingehîn teşkîl dike.
‘Ji ber valahiya di zagonê de jin rastî tundiyê tên’
Raja Belkahal wiha got: “Zagona 103-13 ya der barê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de divê li berçavan were girtin, ji ber qanûn di kêmkirina cudakariya reformên mewzuatan de, ne serkeftî ne. Hinek kêmaniyên ku guherînên di qadê de werin kirin asteng dikin hene. Ji ber valahiyên di zagonên parastina jinan dikin de di qadên giştî de diyardeya tacîza li dijî jinan didome. Ji bo jinên di rewşa ne parastî de werin parastin divê bi awayekî aborî û zagonî werin bihêzkirin. Rojên deriyê vekirî ku ji aliyê Komeleya Demokratîk ya Jinên Mexribê ve hatine lidarxistin û wê di 25, 26, 27’ê Mijdarê sê rojan li navenda komeleyê bidomin. Di heman demê de di mijara cidiyeta der barê tundiya li ser jinan de werin agahdarkirin. Em ê saziyên perwerdeyê vekin û ji bo pirsgirêkên ku jinên dixebitin rastî wan tên werin tesbîtkirin em ê civînan li dar bixin.”