Ji jinên Mehabadê ji mexdûrên erdhejê re: Em bi we re ne

Jinên Rojhilatê Kurdistanê ku hêj êşa zarokên xwe yên di serhildanên dawî de windabûnê dijîn, diyar kirin ku li gel mexdûrên erdhejê ne û ew ê alîkarî kirina wan dudilî nebin.

LARA GEWHERÎ

Mehabad – Erdhejên di 6’ê Şibatê de bi pileya 7,7 û 7,6 li Mereşê pêkhatin, li bajarên Amed, Dîlok, Meletî, Riha, Semsûr, Hatay, Kilîs, Edene, Osmaniye û Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû sedema hilweşandinên mezin. Di erdheja ku bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn de hêj mirovên bê hêjmar di bin xirbeyan de ne. Ev erdheja hat jiyîn, bandor li jiyana rojane ya xelkê Rojhilatê Kurdistanê jî kir.

Jinên li bajarê Mehabadê ya Rojhilatê Kurdistanê, diyar kirin ku ew li gel mexdûrên erdhejê ne û bi van re piştgirî nîşan bidin.

Gelê Mehabadê ji bo alîkariyan baweriya xwe hikûmetê naynîn

Yek ji jinên bajarê Mehabadê Shahla Sobhanî wiha axivî: “Karaseta ku gelê me li Tirkiye û Sûriyê jiyan kir, me jî pir xemgîn dike. Em li gel wan in û bi awayên cuda piştgirî didin wan.” Shahla Sobhanî ku diyar kir hewl didin alîkariyê bidin kesên ji erdhejê bandorbûne, dest nîşan kir ku lêbele hikûmeta Îranê di pêvajoyekî wiha krîtik de jî ji vê re asteng dibe.

Shahla Sobhanî anî ziman ku gel baweriya bi taybetî Heyva Sor tu bi saziyên dewletê nayne û wiha got: “Li hundirê Îranê rêxistinên sivîl ên din alîkariyê kom nakin û ger were komkirin jî nayê zanîn ku ev alîkarî bigihêje gelê mexdûr an na. Di erdheja Kirmaşanê û di erdheja dawî ya Xoyê de beşek ji alîkariyên gel ji aliyê saziyên dewletê ve hatin dizîn û ji bervê yekê baweriya gel b Heyva Sor nayê.”

‘Berxwedan di genên me de hene’

Somaya Moradi got: “Ew qadên ku ji be rşer hilweşiyane û gel înşa kirine, bi temamî bi hilwşin jî wê cardin werin inşa kirin. ji ber berxwedanî jiyan bi xweye. Ew mirovên ku armanxa wa berxwedan, li beramberî dijmin û karesatên xwezayî bê çare namîne û teslîm nabe. Îro li herêmên  ku ji erdhejê bador bûne, em bûn şahidê berxwedaniya wan. Hemû ew şer, erdhej, şewat û lêhî bê tedbiriya hikumetê dide nîşandan. Berxwedanî di genên mede hene û ev gen di zaroka dû salî bê dê ku di bin kavilan de jiyan dike ye.”

‘Her parçeyek yê Kurdistanê welatê me ye’

Nisreen Khoudary got: “Dema ez dimenên û wêneyên zarokên ku di bin kavilan de mane dibîinim, ez hîs dikim ku parçeyek ji min jî di bin kavilan deye. deam ez bi tenê dimînin di girîm. Birçî û bê av mane, li benda alîkariyê ne. Ez dixwazim ji hemû zarokên ku mane bê dayîk r ebibim dayîk. Ez di wê baweriyê deme ku hemû malên ku hilweşiyane em bi destê xwe inşa bikin û birînan bipêçîn. Her parçeyek ya Kurdistanê welatê mine û cihê wê di dilê min de heye.”