Ji jinên ku ji bo wêneyê binçavkirinê serê wan hat vekirin dê tazmînat bê dayîn

Hat diyarkirin ku li New Yorkê ji jinên ku ji bo wêneyên binçavkirinê neçar mane serê xwe vekin dê 17,5 milyon dolar bê dayîn.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê New Yorkê yê Emerîkayê, doza ku jinên misilman ên piştî hatin binçavkirin ji bo kişandina wêne neçar man serê xwe vekin bi encam bû.

Di doze de lihevkirinek çêbû, Şaredariya Bajarê New Yorkê qebûl kir ku di çarçoveya lihevkirinê de ji bo Jamilla Clark û Arwa Aziz 17,5 milyon dolar bide. Tê payîn pêşniyara ku ji Dadgeha Federal a Manhattanê re hatiye pêşkêşkirin, ji aliyê Dadgera Herêmî ya DYA’yê Analisa Torres ve bê pejirandin. Piştî derxistina miqdarê û lêçûnên darazê, mîqdara ku wê Şaredariya New Yorkê bide dê 13.1 milyon dolar be.

Jinên Misilman û Emerîkî Jamilla Clark û Arwa Aziz, diyar kirin ji bo di dema binçavkirina xwe ji aliyê polîsan ve li Manhattan û Brooklyn wan neçar kirine serê xwe vekin û ji ber vê yekê “şerm û travmayê jiyane” û di sala 2018’an de doz vekiribûn.