Ji Jinên Hesekê piştevaniya berxwedana Şengalê
Derbarê peymanên li ser gelê Êzîdî û axa Şengalê hatî erêkirin û hewil didin têxin meriyetê de jinên endamên Mala Êzidiyan a Hesekê nerînên xwe anîn ziman û gotin: “Ji derveyî hêza Êzidîxanê em tu hêzên biyanî nas nakin. Em bi jinên Şengalê rene û wan bi tenê nahêlin.”
Navenda Nûçeyan - Ji 9’ê Cotmeha 2020’an ve di navbera hikûmeta İraqê û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê de lihevkirinek li ser Şengalê pêk hat. Li hemberî pilananên wan welatiyên Şengalê ji wê rojê ve di çalakiyan dene. Yek ji çalakiya wan a domdar jî çalakiya konê rumetê ya bi navê “Em hemû asayişin”115’an de dewam dike. Herî dawî duh êrvaî li hemberî gefên hikumeta Îraqê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi nûnerên YBŞ û YJŞ'ê, Asayîşa Êzidxanê, PADÊ û TAJÊ, rêxistinên civakî yên sivîl ên Şengalê û rûspiyên herêmê re li ser rewşa dawî ya Şengalê û gefên Hikumeta Îraqê duh civiyan. Piştî civînê bi daxuyaniyek hevbeş biriyara xwe ya berxwedanê ji raya giştî re eşkerekirin û dan zanîn ku dê heta dawiyê axa xwe biparêzin. Girêdayî heman mijarê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi awayek xweser civiya û bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li hemberî gefan nişanda û diyar kir ku dê li hemberî hemû êrîşan ax û rumeta xwe biparêzin. Jinên Mala Êzidiyan ên Hesekê jî piştevaniya xwe ya ji bo helwesta jinên Şengalê ya berxwedanê nînan dan û dan zanîn ku ewê heya dawê bi wan re bin.
“Em ji d erveyî hêza xwe ya Êzidîxanê kesê nas nakin”
Endama mala Êzîdiyan Nalîn Reşo diyar kir ku ew li dijî van peymanên ku li ser Şengalê û gelê wê pêk tên bêdeng namînin û wiha domand: "Em li dijî hemû peymanên ku li ser axa me pêk tê nerazîne û emê bêdeng nemînin. Em dixwazin hêza me ya Êzîdiyan li Şengalê cûda be û em bi xwe parastina xwe bikin. Niha jî artêşa İaraqî dixweaze têkeve Şengalê, dema DAİŞ'ê êrîşî me kir ew li kur bûn? Piştî ku Şengal azad bû ye dixweaze bi rehetî derbasî wê bibe û wê bixe bin kontrola xwe. Em jinên Êzidî ticarî vê na pejirînin û parastina xwe bi destê kesê ve bernadin. Me gelek berdêlên giran dan û me gelek şehîd danîn heya me hêza xwe ava kir. Em tu carî nahêlin hêza me xerabibe û her emê piştgiriya hêza xwe bikin û em nahelin tu kes şûna wan bigire.
“Bi malbatê jinên revandî mabe dê destur ji wan re neyê dayîn”
Nalîn eşkere kir ku gelê Êzîdî dê dev ji parastina ax û rumeta xwe bernede û wiha berdewam kir: "Ger artêşa İraqê şengalê kontreol bike ev yek fermanek nû destnîşan dike. Heta niha jî jinên Êzîdî di destê DAİŞ'ê de ne, ger bi malbatên wan jinan mabe qebûl nakin tu kes parstina wan bike ji bilî hêza wan. Ez weke ciwaneke Êzîdî bang li hemû Êzîdiyan dikim ku bibin yek û li hember van peyîmanên ku li dijî wan pêk tên bisekin û tu carî serê xwe ji tu kesî re netewînin."
“Dê Şengal biserkeve”
Mamostaya zimanê Kurdî û endama Mala Êzîdiyan a Hesekê Renda Hisên jî diyar kir ku ew dengê xwe dighîne hemû jinên Şengalê û wiha dibêje: "Ez weke jin dengê xwe dighînim hemû jinên Şengalê bila li ber xwe bidin em li pişt wanin. Emê wan bi tenê nehêlin. Di nerîna min de dema artêşa İraqê derbasî Şengalê bibe mîna fermaneke nû ye. Lewma em hemû jin, mêr û zarokên Êzîdî heya dilopek xwîn di canê me de hebe em vê yekê qebûl nakin û li dijî wê emê têkoşînê bikin. Wê Şengal bi serkeve û tu carî nakeve destê biyaniyan. Fermana herî dawî pir zehmet bû û hîn jî em pê diêşin û heta em sax bin jî em ji bîr nakin. Em bi hebûna hêza xwe bawerin û dê desturê nedin ev yek bê dûbare kirin. Artêşa İraqê dixwaze Şengalê bixe, êdî Şengal nema dikeve û wê her rengîn bimîne."