Ji jinên Filistînî piştgiriya mexdûrên erdhejê
Gelê Filistînê ji ber erdheja mezin, piştgiriya xwe ji bo gelên Tirkiye û Sûriyeyê anîn ziman û teqez kirin divê hevgirtinek navdewletî pêk were û bi lez alîkariyên ji bo însiyatîfên mirovî werin pêşkêşkirin.
NAGHAM KARAJEH
Xeza – Di 6’ê Sibatê de erdheja ku navenda wê Mereş bû, çend bajarên Kurdistanê ji ber wêran bûn. Erheja ku li bakurê Kurdistanê bû sedema mirina bi deh hezar mirovan, li Sûriyeyê jî bi xwe re zirarên mezin anî.
Çalakvan Nisrîn Ebo Omre piştgiriya xwe ji bo jin û zarokên qurbaniyên erdhejê re anî ziman û got: “Em êşa hemû jinên li Tirkiye û Sûriyeyê piştî kareseta erdhejê hîs dikin. Me bawer nedikir ewqas rûxandin pêk were. Zarok qurbaniyên herî zêde ne bi taybetî piştî dîmenên dijwar û kêliyên bi tirs derbas kirin niha jî di bin sermayê de ji malên xwe penaber bûn.”
Nisrîn Ebo Omre diyar kir ku pirsgirêkên jinan li Sûriyeyê duqat zêde bûne, ew bi xwe bi salan e li welatê xwe di nava şer û dorpêça berdewam de dijîn û got: “Karesatê zextên li ser milên jinên Sûriyeyê zêde kir. Li welatekî bê xizmetguzarî û pêdiviyên sereke, niha jî erdhej çêbûye.”
‘Divê însiyatîfên mirovî bi koordîneyî bixebitin’
Nisrîn Ebo Omer behsa rewşa qurbaniyan kir û got ku ji aliyê derfet û tiştên pêwîst ve jixwe kêmasî hebûn û wiha got: “Tîmên hewarçûnê nikarin bigihîjin gelek malbatan ji ber nebûna alavên pêwîst. Tîman li hin herêman deng dibihîstin piştre bi destên xwe ew kes xilas dikirin. Rewşa herdu welatan zor xirab e. Ji ber penaberiya malbatan bi taybetî rewşa zarokan her tişt gelek zehmet e. Di serma û seqemê de bi hezaran kes bê stare mane divê hevgirtina navneteweyî çêbibe û alîkarî û însiyatîfên mirovî bên pêşkêşkirin da ku pêdiviyên bingehîn ên malbatan û bi taybetî yên jin û zarokan amade bikin.”
Gelek çalakgerên sivîl ên Filistînê piştgirî dan cihên erdhej li wan çêbûye
Ji aliyê din ve, çalakvana siyasî Îktîmal Hemed diyar kir ku ew bi komek çalakvanên din re di nava pêwendiyan de bûye, alîkariyên mirovî li malbatên zirardîtî yên li Sûriyeyê belav kirine û got: “Em weke jinên Filistînî piştgiriya xwe bi herdu gelên Tirkiye û Sûriyeyê re tînin ziman, ji ber ziyanên giran ên çêbûne, em bi hemû derfetên xwe alîkariyê ji wan re dikin.”
Îktîmal Hemed ji ber dagirkerî û dorpêça li ser Sûriyeyê xemgîn e, bi taybetî piştî erdheja ku çêbûye û wiha dibêje: “Jin li Sûriyeyê rastî bindestî û tundûtujiyê tên, ew qurbaniyên hejarî û zordariyê ne. Em ê li gel wan bin heta kareset bi dawî dibe.”
Her wiha teqez kir ku divê pêdiviyên wan ên sereke li warên lê dimînin werin bicihanîn û malên ewlekariyê ji wan û malbatên wan re amade bikin.
‘Bi deh hezaran malbat niha bêmal mane’
Berpirsa Sendîkaya Komîteyên Karên Jinan Erîj Al-Aşqer metirsiya ziyanên piştî erdhejê rûdane li ser jiyana jin û zarokan anî ziman û got: “Malên bi sedan malbatan hilweşiyane û rewşa zarokan, ji ber serma, bêwarî û tunebûna pêdiviyan dijwartir bûye. Di siya vê êş û karesetê de jin bi xebatên xwe hewl didin desteka madî û manewî bidin da ku ji bin kavilan careke din bikaribin li ser piyan rawestin.”