Ji jinên Fîlîstînê hevgirtin bi Partiya Çep a Kesk re
Yekîtiya Komîteya Jinan a Fîlîstînê di çalakiya ku beyannameya meclîsa jin a Partiya Çep a Keskê hat ragihandin de peyama hevgirtinê şand.
Enqere – Yekitiya Komîteya Jinan a Fîlîstînê di çalakiya ku meclîsa jin beyanameya xwe ragihand de peyamek hevgirtinê ji Partiya Çep a Kesk re şand.
‘Em têkoşîna we ya li hember rejîma zordest pîroz dikin’
Abire Ebu Huder a ku bi vîdeoyek peyama piştevaniyê li ser navê Yekitiya Komîteya Jinan a Fîlîstîn şand wiha got: “Ji Filistîna ku hatiye dagirkirin, ji paytexta wê ya bêdawî Qudisê; em peyama xwe ji rêhevalên Partiya Çep a Kesk a ku têdikoşe, jin û xortên ku ji aliyê rejîma paşweru her cure erîşan re rûbirû dimîne re dişînin. Ya din jî em piştgiriya xwe ji Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya ku li hember hêzên faşist û zordest tekoşîn dikin re dişinin û pîroz dikin. Heval û dostên me yê hêja we israra xwe ya tekoşîn û edaletê nîşanî me da. Ji konferansa we re û di hilbijartina ku hun têkevinê de serkeftin û heviya ku pêş de herin dikin.”