Ji jinên Ezidî û Ereb pêngav: Rêber Apo bixwîne û bide xwendin

Jinên Êzidî û pêkhateya Ereb, dest bi pêngava duyemîn a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

ROJÎN HEBABÎ

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ di 26’ê Çileyê de li Xanesora Şegalê daxuyaniyek dan û ragihand ku di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ de dirûşmeya ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ qonaxa duyemîn destpê kiriye. Jinên Êzidî û Ereb ên Şengalê bi hev re ev pêngav dane destpêkirin.

Li ser girîngiya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’, jinên Êzidî û Ereb ji ajansa me re axivîn. Jinan diyar kirin ku azadiya jin û civakan tenê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e.

‘Ev fikir û felsefe me bipêş dixe’

Endama saziya Malbatên Şehîdan Pakîz Celal da diyar kir ku ji bo her kes fikrê azadiyê nas bike ev pêngav hatiye destpêkirin û wiha got: “TAJÊ û jinên meclîsên Ereb ev pêngav dane destpêkirin da ku em fikrên Serokatî zêdetir nasbikin û ji wan kesên ku hîna fikr û felsefeya Serok Apo baş nas nakin re, em bi wan jî bidin naskirin. Her wiha tişta herî girîng ê di vê pêngavê de ew e ku milêtê Êzidî bizanibe fikrê Serokatî çiqas girîng e. Hinek gund di Şengalê de hene ku tenê dibêjin em spasdarên Serok in, lê nizanin ku Serokatî jin ji bindestyê rizgar kirin û ji jinan re riya azadiyê vekir, her wiha her insanekî ku fikrê Serokatî nas kiriye, ji bindestiyê re gotiye na. Divê her mirovek vî fikrî nas bike, li her cihî behsa vî fikrî bike. Bê guman kesên ku ji bo ax û azadiya Şengalê canê xwe feda kirine jî, ji her mirovek re behs bikin. Heta îro ev fikir û felsefe me bipêş dixe. Hindek mirov hene ku heta niha nêzî rêxistina me nebûne, lê xêra rêxistinê dixwazin û dixwazin ku zarokên wan li ser vî fikrî mezin bibin. Fikrê Rêber Apo ji bo xelasiya hemû netewan e, ji bo xelasiya hemû bindestan e.”

‘Em serokê xwe bi awayê fîzîkî azad bikin’

Endama Meclîsa Jinan a Sinûnê Delal Revo jî balkişand ser girîngiya azadiya fizîkî û wiha got: “Ger ku te Rêberê xwe bi fîzîkî azad kiribe, ewê tekoşîna te hîn xurtir be. Ev pêngava bi dirûşmeya ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ ji bo ku malbat û ciwanên me vê fikr û felsefeyê nas bikin hatiye destpêkirin. Di heman demê de me daxuyanî jî ji bo raya giştî da. Emê vê pêngavê berdewam bikin û em daxwaz ji her kesî dikin ku bi me re beşdar bin. Em vî fikrî bixwînin û bidin xwendin, ji ber ku bi fikr û felsefeya Rêber Apo em ji fermana 3’yê Tebaxa 2014’an rizgar bûn. Em erka jinan ji her kesî bêhtir dibînin û xebatek bikeve ser milê me emê bikin. Emê bikin da ku fikr û felsefeya Rêber Apo bê xuyakirin û emê kar û xebatên xwe hîn xwirtir bikin da ku em Rêberê xwe rizgar bikin.”

‘Rêber Apo fikir û azadî da me‘

Endama Meclîsa Jinên Ereb Hidriye Muhemed jî wiha got: “Me ji ber fikr û felsefeya Rêber Apo, ev pêngav da destpêkirin. Rêber Apo fikir da me, azadî da me. Bi fikirê Rêber Apo em û jinên Êzidî bi hev re van pêngavan didin despêkirin. Îro meclîs û saziyên me hene, pêwîst e her kesek Rêber Apo bixwîne û bide xwendin. Dive Rêber Apo azad be, ji ber ku her tiştê em jê hez dikin da me. Ji ber fikr û felsefeya Rêber Apo em azad bûne. Hemû dinya dizane ku bi fikrên Rêber Apo jin azad bû. Em dixwazin Rêberê me azad bibe, azadiya jinan azadiya Rêber Apo ye.”