Ji jinên Elewî ji bo jinên Êzidî daxuyanî
Meclîsa Jinê ya Komeleyên Elewî ya Demokratîk têkildarî komkujiya di 3'yê Tebaxa 2014'an de li dijî Êzidîyan pêk hat daxuyanî da û ragihand ku divê 3'yê Tebaxê wekî “Roja Çalakiya Navneteweyî ya li dijî Komkujî û Qirkirina Jinê” bê îlankirin.
Navenda Nûçeyan – Meclîsa Jinê ya Komeleyên Elewî ya Demokratîk têkildarî salvegera komkujiya di 3'yê Tebaxa 2014'an de ya li dijî êzidîyan pêk hat daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bang hat kirin û hat gotin divê 3'yê Tebaxê wekî 'Roja Çalakiya Navneteweyî ya li dijî Komkujî û Qirkirina Jinê' bê îlankirin.
Di daxuyaniya ku komkujî wekî komkujiya herî hovane ya sedsala 21'emîn hat pênasekirin de wiha hat gotin: "Ji jinên êzidî yên berî rojê şiyar dibin û rojê dizên re... Di vê komkujiya wekî fermana 73'yemîn tê binavkirin de bi piştgiriya hêzên emperyalîst jî bi hezaran êzidî hatin qetilkirin. 7 sal derbas bûn lê hîn birîn nehatine pêçandin. DAIŞ a hov di heman demê de qirkirineke jinê kir. Tecawizî jinan hat kirin, jin li bazarên koleyan hatin firotin, îşkence dîtin. Hîn aqubeta hinek jin û zarokan nayê zanîn. Jinan qadên xweparastinê hilbijartin. Gelek welat li dijî vê komkujiyê bêdeng man û ev wekî komkujî nedîtin. Em vê komkjiya li ser kurdên êzidî ya ji ser 7 sal derbas bûye dîsa lanet dikin û em canên hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Divê komkujiya li dijî êzidîyan bê qebûlkirin û divê 3'yê Tebaxê wekî 'Roja Çalakiya Navneteweyî ya li dijî Komkujî û Qirkirina Jinê' bê îlankirin.