Ji jinên ciwan pêngava bersivdana bangê: Ji bo azadiyê dem dema pêşengiyê ye
Jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma ‘Dem dema pêşengiyê ye’ ji bo xwedî derketina li banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngav dan destpêkirin.

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi peyama xwe ya di 31’ê Adarê de ji bo ciwanan şand, bal kişand ser girîngiya birêxistinbûn û ji bo pêvajoyê beşdariya çalak a ciwanan. Bi armanca xwedîderketina li banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan Yekîtiya Jinên Ciwan bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê dem dema pêşengiyê ye” pêngavek nû dan destpêkirin. Berdevka giştî ya Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîtan Roj têkildarî pêngava ku dane destpêkirin, erkê ku ji bo pêvajoyê dikeve ser milê jinên ciwan û biryardariya jinên ciwan a têkoşînê ji ajansa me re nirxandin kir.
‘Nameya Rêber Apo hêvî di dilê her ciwanekî de avakir'
Bêrîtan Roj da zanîn ku pêvajoya ku niha Rojhilata Navîn tê de derbas dibe pêwistiya wê bi xwedî derketina li banga dîrokî a Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan heye û wiha got: “Beriya çend rojan bi bonaye 4’ê Nîsanê jinên ciwan û ciwanan meşek girseyî li dar xistin. Rêbertî nameyek ji Ciwanan re şand û têde banga rêxistinbûyîn û pêkanîna erk û berpirsyartiya ciwanan kir. Rêber Ocalan her di pirtûkên xwede behsa dînamîzmeya civakê, jinên ciwan kiriye ku yê guhertin û veguhertinê tekez bike ciwan in. Rêber Apo di nameya xwede diyarkir ku pêwiste em wekî jinên ciwan 24 seatan li ser piya bin da ku em bighêjin azadiya xwe û civakê. Ew name ji bo me pir girîng e û hêvî di dilê her ciwanekê da ava kir.”
‘Dixwazin nasnameya jina azad biçewisînin’
Bêrîtan Roj destnîşan kir ku li dijî ked û tekoşîna jinê siyasetên qirkirina gelan û çewisandina nasnameya jin tê meşandin û wiha dom kir: “Ji bo em xwedî li nameya Rêber Apo derkevin û xwedî li baweriya Rêbertiya xwe derbikevin me pêwistî dît ku em gavek nû bavêjin û dest bi pêngavek nû bikin. Bi taybet piştî guhertinên ku di asta Sûriyeyê de hatiye çêkirin ku çawa piştî hilweşandina rêjîma Baas, HTŞ’e bi komkujî li ser gelan da meşandin. Dixwazin careke din nasnameya jina azad bidin çewisandin û bi rê û rêbazan rê li ber şoreş û tekoşîna jinan bigrin.”
‘her kes dikare bi rehetî cihê xwe di nava me de bigire'
Bêrîtan Roj da zanîn ku pêvajoya niha, pêwistî bi pêvajoyek nû ya tekoşîn, berxwedanî û rêxistinbûyînê heye û wiha got: “Em piştgiriya xwe ji bo tevahî jinên ciwan didin diyar kirin. Ji ber ku em wek Yekîtiya Jinên Ciwan ne tenê me xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birêxistin kiriye, li tevahî Sûriyeyê wekî sîwan ji bo her jinek ji çi pêkhate dibe bila bibe her kes dikare bi rehetî cihê xwe dinava me de bigre û xwedî li nasname, çand û hebûna xwe derkeve. Ji bo ku em xwedî li hemû jinên ciwan û nameya Rêber Apo derkevin me pêngavek nû bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê dem dema pêşengiyê ye” da despêkirin. Di vê pêngavê de wê semîner, perwerdeyê bîrdozî, rêxistinî werin dayîn, da ku em bikarin hemû jinên ciwan birêxistin bikin. Ev pêngav heta em bikaribin azadiya fîzîkî a Rêbertî misoger bikin û hemû jinên ciwan birêxistin bikin wê dom bike.”
‘Em ê bi pêşengtiya jinê bigihijin armanca xwe’
Bêrîtan di dawiya axaftina xwede bang li tevahî jinên ciwan kir ku xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin û got: “Ji bo mîsogerkirina azadiyê pêwistî bi pêşengtiyê heye, yê ku xwedî li jinê derket Rêber Apo bû, yê ku karîbû carek din maf bide jin û xwedî li nasnameya xwe derkeve Rêber Apo bû. Lewma bi pêşengtiya jinê wê azadî mîsoger bibe . Xeta ku Rêber Apo daye pêşiya me bi pêşengtiya jinê dest pê kir û em ê bi pêşengtiya jinê bigihijin armanca xwe.”