Ji jinên ciwan ên Kurd û Ermen banga xwedî derketina li destkeftiyên jinan

Jinên Ciwan destnîşan kirin ku pêwîstiya Sûriya nû bi destûreke ku ji aliyê jinan ve bê nivîsandin heye û gotin: “Ji bo parastina mafên jinan em ê xwe li derdora Sûriyê bikin xelek.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Piştî hilweşandina rejîma Baasê û ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ya cîhadîst ve avakirina rêveberiya demkî ya Sûriyeyê re, jin li Sûriyê dîsa rastî kiryarên xirab û qetilkirinê tên. Jinên Ciwan têkildarî sûcên li dijî jinan ên li herêmên di bin rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de tên kirin, nerazîbûn nîşan dan û banga xwedîderketina li nirx û destkeftiyên jinan ên ku di encama wê de sîstema desthilatdar ya Baasê hat hilweşandin, kirin.

‘Divê jin jî di nivîsandina destûra nû de hebin’

Berdevka giştî ya Yekitiya Jinên Ciwan Bêrîtan Roj da zanîn ku pêdiviya Sûriyê bi jinên ku temsîla hebûn û mafên jinan di rêveberiya demkî de bikin heye û wiha got: “Piştî hilweşandina rejîma Baasê û rêveberiya demkî ya HTŞ’ê, me dît ku jinên ji pêkhateyên Elewî, Suryanî û Ereb rastî şîdet, talan û qetilkirinê tên. Di rêveberiya demkî ya Sûriyê de rola jinan tuneye. Jina bi navê Ayşe Dibis cihê xwe tê de girt, lê ew jin bi feraseta desthilatdar li wir tevdigere û temsîla jinên Sûriyê nake.”

‘Jin 13 sal in têdikoşin, dê têkoşîna xwe bidomînin’

Bêrîtan Roj a got “Jin ji bo xelasiya ji feraseta desthilatdar, ev 13 sal in têdikoşin” bal kişand ku dê têkoşîna wan ji niha şûnde jî bi xurtbûnê bidome û wiha got: “Berxwedanî û fedakariyê nîşan didin, lewma feraseta îro ya rêveberiya demkî ya Sûriyê nayê qebûlkirin û temsîlkirin. Ji bo ku em Sûriya wekhev û  demokrat ava bikin, pêwist e di nivîsandina destûra Sûriyê de em cîh bigrin. Tunebûna jinên ciwan di Sûriya nû de, wê careke din civaka Sûriyê vegerîne serdema bindestî û koletiyê. Ji bo avakirina Sûriya wekhev, demokrat û ne navendî, pêwîst e di nivîsandina destûrê de jin jî hebin û rola xwe di her warî de bilîzin. Ji bo ku em gavên baştir bavêjin, pêwîst e wek Yekîtiya Jinên Ciwan, em rêxistinbûn û yekîtiya xwe xurt bikin.”

‘Di sedsala 21’an de rol û hebûna jinan esas e’

Hevseroka Tevgera Ciwanên Ermen Losnak Kavoriyan jî destnîşan kir ku feraseta jinê dike kole, di sedsala 21’an de nayê qebûlkirin û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Di nava van salên şer de li Bakur Rojhilatê Sûriyê jinên ciwan, bi îrade û felsefeya azad hatin birêxistinkirin. Jinên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan di qada leşkerî, siyasî û biryardayînê de cîh girtin. Ji bo parastina nirx û mafên jinan ên bi salan bi ked û berxwedaniyê bi dest xistin, Rêveberiya Xweser hevpeymana civakî pêşkêş kir û paşê jî li ser nivîsandina hevpeymaneke civakî ya jinan xebat hatin kirin.”

‘Pêwîstiya Sûriyê bi kongreyeke neteweyî heye ku jin tê de xwedî rol bin’

Losnak Kavoriyan bal kişand ku di vê demê de pêwîstiya Sûriyê bi kongreyeke neteweyî heye ku tê de jin xwedî rol bin û di nivîsandina destûra Sûriyê de rola jinên ciwan esas be. Losnak Kavoriyan wiha axivî: “Ji ber ku bi jinên ciwan wê Sûriye ber bi avakirin û pêşketinê ve biçe. Hewldanên jinan her dem ji bo aştî, wekhevî û avakirina welatekî dûrî xwînrijandinê ye. Lewma krîza ku li Sûriyê heye, bi dest û hişmendiya jinan dikare were çareserkirin. Îro ji me,  ji jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê xwestin ku em berxwedana xwe xurtir bikin û li derdora Sûriyê bibin xelek.”