Ji Jinên Cihanê nameya ji bo OPCW yê

Komek jinên navdar ên cîhanê ku di nav wan de nivîskar, rewşenbîr û aktîvîst jî hene nameyek vekirî ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî re nivîsandin.

Navenda Nûçeyan- Nameya vekirî ya bi îmzeya jinên navdar ên cîhanê yên weke Sîlvîa Federîcî, Nansî Fraser û Sîlvîa Marcos hat weşandin û bang li Serokê OPCW hat kirin ku li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê bikevin nava tevgerê.
Di encama însiyatîfa REPAK’ê de 65 kesayet û rêxistinên jin ên ji çar aliyê cîhanê di nameya ku cara yekem îmzekirin de, ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî hat xwestin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne û li ser îdiayên derbarê bikaranîna artêşa Tirk a çekên kîmyewî de lêkolînan bike.
“Sucê şer tê kirin”
Di nameya jinan de ev tişt hatin gotin:
“Birêz Rêvebirê Giştî Fernando Arias,
Îro, wekî jinên ji welatên cûda, em li ser mijarek pir bi fikar serlêdana we dikin. Îdîa hene ku artêşa Tirk li qada navneteweyî careke din çekên qedexe bi kar aniye.
Dewleta Tirk ji 23’ê Nîsana 2021’an û vir ve li Bakurê Iraqê li dijî hêzên gerîlayên Kurd û gelê sivîl operasyonek leşkerî dimeşîne. Ev operasyona leşkerî ya li ser xaka dewleta cîran ne tenê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye, di heman demê de ji ber ku di navneteweyî de çekên qedexekirî têne bikar anîn, eşkere ye ku sûcê şer e.
Li gorî agahiyên ku çapemenî û navenda ragihandina Hêzên Parastina Gel HPG’ê dan, artêşa Tirk di nava 5 mehên dawî de bi giştî 138 êrîşên bi çekên kîmyewî kir û di encamê de, gelek şervanên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Mînak, di 3’ê Îlonê de, sê şervan li Girê Sor ê li devera Avaşînê ye bi çekên kîmyayî hatin qetilkirin. Artêşa Tirk bi van êrîşên hovane ne tenê gerîlayan dike hedef. Di 4’ê Îlonê de jî malbatek di êrîşa kîmyayî ya li ser gundê Hirorê de bi giranî birîndar bû. Şaxa Îraqî ya Tîmên Parêzvanên Aştiyê yên Xiristiyanan jî diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên malbatê ji encama êrîşa çekên kîmyewî bûne.
"Ev sûc ne nû ne"
Îdiaya ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bikar tîne ne nû ye. Di salên 2010, 2013 û 2019’an de bi belgeyên dîtbarî û raporên pisporan ev îdîa di çapemeniya navneteweyî de cih girt. Tirkiyê di 17’ê Cotmeha 2019’an de li bajarê Serêkaniyê yê Bakurê Sûriyê di êrîşeke asmanî de fosfora spî bikar anî. Di encamê de jin û zarok jî di nav de bi dehan kes bi giranî birîndar bûn. Mixabin, wê demê rêxistinên navneteweyî û civata dewletan li pêşberî sûcên Tirkiyeyê bêdeng man. 
Dîrok, ji hêla sepanên hovîtî ku dewlet li dijî kes yan jî gelên mexdûran pêktine re tijî ye. Ji bo pêşîlêgirtina vê yekê, qanûn, mekanîzma û rêxistinên navneteweyî hatine afirandin. Ev destkeftiyên hemû mirovahiyê pêk tînin. Lê mixabin ji ber ku ev mekanîzma û rêxistin bi berdewamî erkên xwe pêk naynin, hê jî em dibînin ku êrîşên hovane tên kirin.
“Em naxazin bibin hevparê vî sûcî”
Mixabin dema mijar dibe kurd ne hiqûqa neteweyî û ne jî ya navneteweyî kar nake. Tirkiye her çiqas Peymana Çekên Kîmyewî îmze kiribe jî, bi salan e li ber çavên raya giştî ya cîhanê û rêxistinên navneteweyî bêyî ku hesab jê were pirsîn, hovîtiyên xwe pêktine.
Êrîşa bi gaza jehrî ya ku rejîma Seddam Huseyîn di sala 1988’an de li dijî gelê Kurd li Bakurê Iraqê pêk anîbû, eger di sepanên rejîma Iraqê ya demî de, ger hatiba gotin rawestin hatiba astengkirin. Di komkujiya Helebçeyê ku zêdetirî 5 hezar qurbanî û xizmên wan ên jiyana xwe ji dest dabûn, nêzîkatiyeke cinsiyetparêz bû ku 15 sal piştî bûyera rewa kirin ku destwerdana Iraqê bikin.
Em naxwazin bi xemsariyê bibin hevparê vî sûcî. Wek serokê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî em ji we hêvî dikin ku berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Ji bo vê jî divê hûn îdiayên giran ên heyî lêkolîn û ronî bikin, ji ber sûcên ku Tirkiyê kirine hesab ji wan bipirsin.
Bi rêzdaarîya me,
"Silvia Federici, nivîskar-teorîsyen û profesora zanistên civakî- DYE
Nancy Fraser, teorîsyen, feslefevan û profesyona siyasetê -DYE
Gloria Steinem, niviskar, Damezirandêra Ms. Magazine û Navenda Medyaya Jinê - DYE
Debra Winger, lîstikvan - USA
Charlotte Bunch, profesyona ordinaryûs, dîrektora Navenda Lîdertiya Global a Jinê - DYE
Marina Sitrin, doçent doktor civaknas - ABD
Joy James, profesora zanistên civakî - DYE
Joya Misra, Profesora Sosyolojiyê ya Zanîngeha Massachusetts Seroka Beşa Zayendiya Civakî ya Civaka Sosyolojîk a Emerîkayê - DYE
Debbie Bookchin, Rojnamevan û Nivîskar - DYE
Meredith Tax, Nivîskar- DYE
Miriam Miranda, Koordînatora OFRANEHê - Honduras
Claudia Korol, Femînîstên ABYA YALA - Arjantîn
Margara Millan, akademisyen - Meksîka
Sylvia Marcos, niviskar- Meksîka
Cheryl Hayles, Seroka Tifaqa Navnetewî ya Jinan (IAW) Başkanı - Kanada
Navenda Karên Derve ya Jinên Kurd (REPAK) – Başûrê Kurdistanê
Platforma Demokratîk a Jinan a Pirnetewî - Îran
Bese Şamari, Endama Rêveberiya Platforma Demokratîk a Îranê Demokratik -Îran
Eniya Demokratîk a Jinan - Pakistan
Rêxistina Şoreşger a Jinan a Efganîstanê (RAWA) – Efganistan
Selay Ghaffar,  Berdevka Partiya Piştevaniyê ya Efganistanê(Hambastagi) -Efganistan
Belqis Roshen, Wekîl - Efganistan
Gita Sahgal, nivîskar û derhêner, damezirandêra Southall Black Sisters û Women Against Fundamentalism - Hindistan
Helda Khasmy, Seroka Rêxistina Jinan SERUNI - Endonezya
Maat Barış, Rêxistina Rabûnê û Mafê Mirovan - Mısır
Dr. Angela Al-Maamari, Seroka Navenda Lêkolînên Stratejîk a Parastina Zarokan û Jinan
Fathia Hezem, Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê - Tûnis
Bushra Al-Tai, Navenda Lêkolînê û Pêşkeftina mirovî ya Sebayê - Iraq
Şirin Kerim Murad, Seroka Komîteya Jinan a Eniya Demokratîk a Gel Demokratik - Iraq
Dr. Maha Al-Sakban, akademisyen - Iraq
Insaf Abdullah, aktivîst- Sûdan
Dr. Heba Haddadini, feminist aktivist - Ordin
Kanir Abdullah Hama Aziz, nivîskar, Walitiya Silêmanî- Başûrê Kurdistanê
Remziye Muhammed, Berdevka Kongra Star -Rojava
Rima Barakat, Hevseroka Konseya Edaletê - Bakurê Sûriyê
Eman Fetaih, Seroka Forûma Aştiyê ya Jinên Sûriyê - Libnan
Dr. Sophia Zaza,Seroka Komeleya Tendiristiyê- Libnan
Mona Yaya, SahrawÎ Civaka Parastvanên Mafê Mirovan - Sahraya Rojava
Rahila Gupta, Southall Black Sisters, rojnamevan- Ingilistan
Koordînasyona Meşa Jinên Cîhanê ya Welatê Baskê - Welatê Baskê
Jule Goikoetxea Mentxaka, Hîndekara Zanîngeha Bilbao Üniversitesi - Welatê Baskê
Oihana Etxebarrieta, Wekîl Sekretera EH Bildu Partisi Feminism - Welatê Baskê
Eider Azkunaga Hernández, sendîkaya Euskal Sindikatua - Welatê Baskê
Women Defend Rojava Madrid - Spanya
Rojava Azadî Madrid - Spanya
Weqfa Komunan (Fundación de los Comunes) – Spanya
Ann-Margarethe Liv, Damezirandêra Solidaritet med Kurdistan - Swêd
Lorena Delgado Waras, Wekîl - Swêd
Amineh Kakabaveh, Wekîl – Swêd
Parvin Ardalan, nivîskar, rojnamevan- Swêd
Seher Aydar, Wekîl - Norwêç
Sofie Marhaug, Wekîl - Norwêç
Hege Bae Nyholt, Wekîl - Norwêç
Anina Jendreyko, hunermend - Swîsre
Maja Hess, doktor – Swîsre
Mitra Darvishian, nivîskar- Elmanya
Women Defend Rojava - Elmanya
Cansu Özdemir, Wekîl - Elmanya
Şeyda Kurt, rojnamevan û nivîskar - Elmanya
Elif Küçük, hunermend - Elmanya
Antonella Valenti, Profesora Zanîngeha Calabria - Îtalya
Îtalya Koordînasyoan Desteka Jinên Efgan Afgan (CISDA) - Îtalya
Dr. Palmira Tavolaro, akademisyen - Îtalya
Donata Chirico, Hîndekara Zanîngeha Calabria- Îtalya
Maria Laura Corradi, Lêkol - Îtalya."