Ji jinên Belûcî peyam: Werin em rejîma Îranê birûxînin

Jinên Belûcî yên ji bo welatiyên di serhildanan de ji aliyê rejîmê ve hatin qetilkirin daketin qadan, banga mezinkirina têkoşînê ji bo hilweşandina rejîma Îranê kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaqê” ve dest pê kir, ji 16’ê Îlonê ve berdewam dike. Tevî hemû zextan jî li hemû bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê gel kolanan naterikînin û daxwaza rûxandina rejîmê dikin. Jin û Belûcên daxwaza azadiyê dikin, cezayên darvekirinê yên li dijî xwepêşanderan şermezar kirin û daxwaza rûxandina rejîma Îranê kirin.

Banga rûxandina rejîmê

Xelkê Sîstan û Belûcistanê ku dirûşmên "Bimre Xumeynî", "Ji darvekirinê re na", "Na ji rejîma Îranê re" berz kirin, bi taybet zext û zordariya li dijî xwepêşndarên Zab, Çabahar, Zahedan, Rask, Khash û Pishinê şermezar kirin. Di dema çalakiyê de kolan hatin girtin, welatiyên ji neteweyên cuda banga hilweşandina rejîmê kirin.

Berî niha jî hêzên rejîmê dikanên gelek welatiyan şewitandibûn û kesekî olî yê Belûç jî revandibûn û li çolê wî qetil kiribûn.