Ji jinên Beluc ên hatin binçavkirin tu agahî nayê girtin
Ji endamên Komîteya Piştevaniya Belucê ku li Pakistanê di çalakiya li dijî windakirinên bi darê zorê de hatibûn binçavkirin, tu agahî nayên girtin.

Navenda Nûçeyan – Li navenda rêveberiyê ya Eyaleta Belucistanê Kettayê ya Pakistanê, li dijî windakirina bi darê zorê ya Belucan, di 21’ê Adarê de çalakî hate lidarxistin. Hêzên Pakistanê êrîşî çalakvanan kir. Di êrîşê de 3 sivîl hatin qetilkirin û 7 jî birîndar bûn. Komîteya Piştevaniya Beluc (BYC) li dijî qetilkirina sivîlan, biryar da ku di 22’yê Adarê de li Eyaleta Belucistanê greva giştî û li bajar mitîngê li dar bixe. Hêzên Pakistanê jî êrîşî çalakiyan kirin û di êrîşan de Endama Komîteya Piştevaniya Beluc û aktîvîsta mafên mirovan Dr. Mahrang Beluc û aktîvîst Beboo û Bebagar Beluc jî di nav de gelek jin û zarok binçav kirin.
Daxuyaniya BYC’ê
BYC’ê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku ji 3 jinên hatine binçavkirin tu agahî nayên girtin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ji ber ewlehiya canê jinên aktîvîst bifikarin. BYC’ê destnîşan kir ku çalakî ne sûc in û xwestin ku cihê binçavkiriyan bên diyarkirin û tavilê bên berdan.
Li aliyê din, xelkê Beluc jî ev 2 roj in ji bo berdana binçavkiriyan hem li bajaran hem jî li ser medyaya dijîtal çalakiyan li dar dixin.