Ji jinan piştgiriya ji bo hewldanên mirovî yên navnetewî

Meclîsa Jinan a Rêveberiya Xweser bi dirûşma ‘Em bi hevre jiyanê ava dikin, hêvî ava dibe, na ji întiharê re’, di çarçoveya roja pêşîlêgirtina întîharên dinyayê de ragihand ku ew piştgiriyê didin hewldanên mirovî yên navnetewî.

Reqa – Meclîsa Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi boneya 10’ê Îlonê roja pêşîlêgirtina întiharên dinyayê, bi daxuyaniyekê bang li Rêxistina Tenduristiya Dinyayê (WHO) kir ku hemû çaliyên tundî û qetilkirinên li ser jin û ciwanan bisekînin.

Meclîsa jinan  xwest mafê wan werin garantîkirin. Bal kişandin ser girîngiya pêkanîna desteka aborî, derûnî û civakî, da zanîn ku divê civakeke bi ewle ku edalet û wekhevî lê serwer were avakirin.

Gefek cidî ava dike

Meclîsa jinan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku întihar di aliyê civakî, derûnî û tenduristiyê de gefek cidî ava dike, bi taybet di şertên şer de jin zêdetir di bin xeteriyê de ne. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku li gelemperî dinyayê intihar her sal bi hezaran kesan ji jiyanê qût dike û bi taybet jin di şer û şertên koçberiyê de zêdetir bandor dibin ji vê felaketê. Meclîsa Jinan zêdebûna cînayetên jinan û bûyerên intiharê wek binpêkirina mafê mirovan nirxand, banga piştevaniya civakî, hişyarî û bihêzkirina yekîtiya civakî kir.

Meclîsa Jinan bang kir

Meclîsa Jinan bang li Rêxistina Tenduristiya Dinyayê (WHO) û hemû saziyên eleqeder kir ku ji bo jin û ciwanan tundî û cînayetan bisekînin, mafê wan biparêzin, desteka derûnî, civakî û aborî pêk bînin. Da zanîn ku armanc avakirina civakek bi ewle, hişyar û bi rehm, pêşî li întiharê girtin û parastina mafê jiyanê ye.