Ji jinan peyama li dijî şerê taybet: Dem dema parastinê ye

Jinên navçeya Zirganê ku her roj di bin topbaran û êrîşên dewleta Tirk de dijîn, li ser polîtîkayên şerê taybet a dewleta Tirk a valakirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn û gotin: "Dem dema parastinê ye."

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Jinên navçeya Zirganê yê girêdayî kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişandin êrişên dewleta Tirk ên rojane pê re rûbirû ne. Jinan li hemberî êrişan, polîtîkayên qirkirin û polîtîkayên şerê taybet a koçberkirinê yê dewleta Tirk gotin “Dem dema parastinê ye” û peyama berxwedanê dan.

‘Riya koçberiyê polîtîkayên şerê taybet e'

Selwa Hecî Mihemed a ku ji gundê Dawidiya Mele Selman ê rojavayê navçeya Zirganê ye, ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker neçarî koçberiyê dibe û niha li Zirganê dijî wiha dibêje: "Navê Ewropayê bihîstine! Koçberiyek berbiçav li herêmê çêbûye ku sedemên wê jî dispêrin aboriyê lê di bingehê de ew şerekî taybet e. Ciwanên ber bi welatên Ewropayê ve diçin li ser rê di nava daristanan de tên kuştin û ji ber rewşa avhewayê jiyana xwe ji dest didin, an jî di deryayan de dixeniqin. Qaçaxkar a girîng ji bo wan ew e pereyên xwe bigrin, ev ciwanên ku derdixin bimrin bimînin ne xema wan e. Lê ev ji malbatan tê xwestin ku pêşî li polîtîkayên qetilkirina ciwanên xwe bigrin."

‘Pêwîstiya welat bi me heye'

Selwa Hecî Mihemed wiha dirêjî da gotinên xwe: "Gelek cenazeyên ciwanan qaşo ji mirinê reviyan mirin li pêşiya xwe dîtin, tên. Gihîştiye wê astê ku zarokên wan ên biçûk ku di deryayan de xeniqîn, ji bo ku bîn nede wê dîsa avêtine deryayê û bedena wê/î zarokê/î bûye xwarina masiyan. Ew pereyên ku li koçberiyê didin, li vir dikarin projeyan ava bikin û her kes jê sûdê bigre. Reva ber bi Ewropayê ve ne çareserî ye, îro pêwîstiya welat bi me heye. Em bi hev re welatê xwe biparêzin û ji dijmin re vala nekin. Mirovên ku ji welatê xwe derkevin, welatê xelkê ji wan re nabe welat û wê her bê qîmet bimînin."

'Bila mirin bi rûmet be'

Selwa Hecî Mihemed got ku karên xirab ên ku kesên Ewropî nakin bi ciwanên me didin kirin û wiha domand: "Ji wan be çûyîna Ewropayê serbilindahiyek e, nizanin ku polîtîkayeke qirêj li ser wan tê meşandin û ew jî hê ji vê xewê şiyar nebûne. Mirin carek e, bila mirina bi rûmet be. Li welatên derve mirovên ku welatê xwe terk kiribin rojê hezar carî ji bêrûmetiya li hemberî wan tê meşandin dimre. Wekî xelkê Zirganê heta dawî em ê parêzvanên vê axê bin, em ê bizanibin ku bi zor û zehmetiyan dagirker dixwazin me koçber bikin lê em naçin."

'Ger em nekin wê kî bike, ne îro be wê kengê be?'

Edla Hesen jî bal kişand ser koçberiya li hundir û derveyî welat û ev tişt anî ziman: "Em ên ku di hundirê welatê xwe de koçber bûne, bi hesreta vegera gundên xwe dijîn. Lê ciwan û malbatên din wijdanê wan çawa radike ku dest ji vî welatî berdin û biçin. Em li vir nan û avê bi tenê bixwin û vexwin pê razî ne. Li şûna ku ev ciwan diçin derve karê xelkê û biyaniyan dikin divê ku karê xwe yê hundir welatê xwe bikin. Rastî jî welat hewcedarê me ye ger îro em nekin wê kî bike û ne îro be wê kengî be? Em welatê xwe ji dijmin re nehêlin û wî biparêzin. Em ê xwedî li keda dapîr, bapîr û keda xwe derkevin û têbigihîjin ku çi polîtîka li ser me tên meşandin."