Ji jinan peyam: Bersiva êrişên qirkirinê tekoşîna hevbeş e

Fermandara YJŞ’ê Sozdar Agir û Nûnera Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd ên beşdarî konferansa jinan a li Silêmanî hat li darxistin bûn li hemberî êrişên qirkirinê bal kişandin li ser têkoşîna hevbeş a jinan.

HEVÎDAR ŞENGALÎ

Şengal - Konferansa ku 12’ê Tebaxê li Silêmanî hat li darxistin pêyama jin bi tekoşîna hevbeş dikarin bi serbikevin derket pêş. Ji beşdarên Konferansê yek ji endama fermandara Yekîneyên Parastina Jin YJŞ’ê Sozdar Agir û Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakûr-Rojhilatê Sûriyeyê ya Başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd nêrînên xwe anîn ziman. 

‘Hêza jin ji hevgirtin û rêxistina wê tê’

Ji fermandara YJŞ’ê Sozdar Agir di destpêka axaftina xwe de konferans li hemû jinan û bi taybet jinên Şengalê pîroz kir û wiha got; “Di serî de em vê konferansê li tevahî jinên berxwedêr, jinên Êzidî, her wiha hemû jinên ku ji kêmnetewên cuda di vê konferansê de amade ne silav dikim û li wan pîroz dikim. Di pêşengiya tevgera jinên Êzidî de konferansekî wisa çêkirin ji bo me jî girîngiya xwe mezin e. Em bi rêya van xebatên heqîqeta êş û azarên xwe û yê civaka xwe tînin ziman. Ji bo ku em heqîqeta fermana bi tevahî cîhanê bidin qebûlkirin li darxistina konferansekî wisa pir girîng e. Em di wê baweriyê de ne wê konferans bibe wesîleya yekîtî û hevgirtina jinan. Hêza jinê hevgirtin û rêxistiniya wê ye. Jin dema ku bi hevre tekoşîn bimeşîn dikarin hêza xwe ya rêxistinî û îradeya xwe ya tekoşînê hevbeş bikin. Armanca vê konferansê jî ew e hemû jinên ji pêkhate, bawerî û çandê cuda bîne gel hev û li ser tevahî pirsgirêkên jin û civak rûbirû dimînin nîqaş pêş bixe û rêyê çareseriyê biafirîne.”

‘Em hêzek mezin ji rêxistin û tekoşîna jin digrin’

Sozdar Agir axaftina xwe bi van gotinan dawî kir; “Em weke YJŞ’ê beşdarî vê konferansê bûn. Em weke hêzên parastina jinê li ser navê civaka xwe wate û girîngiyekî mezin didin her xebatekî di pêşengiya jina Êzidî de tê kirin. Em hêz û moralekî mezin ji rêxistin û tekoşîna jin û civaka xwe digrin. Ev ji bo me cihê moral û hêz avakirinê ye. Daxwaz û hêviya me ji hemû jinan û bi taybet jinên xwedî bawerî û çandên cuda dijîn ewe ku bila tev destê xwe bidin hev û li dora tekoşîna hevpar ya jinan kom bibin. Em konferans bersiva herî mezin û watedar daye aqlê ku feramanan ji bo civaka me û baweriya me rewa dibîne.”

‘Parastina Şengalê bi tekoşîna jina Êzidî pêkane’

Nûnera Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd jî konferans li hemû jinên Kurd, jinên ji pêkhate û baweriyên cuda pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir; “Yek ji xala esasî pêkhateya konferansê nîqaş kir xeterî, qirkirin û komkujiya li ser jinan tê ferzkirin bû. Cardin rewşa jin li her çar parçê Kurdistanê û rola jinan di tekoşîna azadiyê de . Lê bi esasê rewşa jina Êzidî ya beriya fermanê û piştî fermanê kû hîna jî êş û azarên fermanê zindiye. Di pêşengiya jina Êzidî de konferansekî wiha çêkirin li hemberî fermanê bersiveke. Di ser fermanê re 9 sal derbas bûn, niha Şengal û civaka Êzidî bi xeteriyê çawa re rûbirû ye. Ji ber ku parastina Şengalê bi tekoşîna jina êzidî pêkane.”

‘Gef û xeteriya êrîşên nû hîna berdewam dike’

Evîn Siwêd di dawî de bal kişand ser xeteriyên di roja îro de hîna berdewam dikin û wiha pêde çû; “Ji ber heta roja îro gef li ser Şengalê berdewam in. Metirsiya tê jiyan kirin, li beramberî wê divê helwestekî Kurdistanî çawa pêşbikeve. Em dema behsa êrîşên li ser jin dikin, ev êrîş li ser tevahî jinên Kurd heye, li Rojhilat jin di bin zextekî mezin de ye, li Sûrî-Rojava li herêmên di bin dagirkiriya dewleta Tirk de bi taybet li Efrîn, Serê-Kaniyê û Girê Spî her roj jin rastî her cûre tûndiyê tê. Qirkirina siyasî ya li Bakûrê Kurdistanê tê meşandin her wiha li Başûrê Kudistanê jî rewşa civakî û nebûna jin di siyasetê de hemû pirsgirêkên me weke jin bi hev ve girêdayî ye. Helwestekî girîng ya jina wê di konferansê de li hemerî hemû plan û êrîşên heyî derbikeve. Em bi vê bîr û baweriyê tekoşîna hevbeş ya jinên ji pêkhate û baweriyê cuda bi nirx û watedar dibînin. Tekoşîna jin wê heta dawî li hemberî her cûre êrîş û tûndiyê berdewam bike.”