Ji jinan banga têkoşînê

Bi boneya salvegera yekem ya serhilada ‘Jin Jiyan Azadî’ de jin daketin qadan û Jîna Emîn bîranîn û serhildana ku belavî hemû cîhanê bûye silav kirin.

Navenda Nûçeyan- Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li gelek bajaran der barê qetilkirina Jîna Emînî û salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de çalakî hatin li darxistin. Jinan bang kirin ku jin li dora berxwedana ku destpêkê li Rojhilat destpêkirin kom bibin.

Li Wanê di daxuyaniya ku li Parka Dabaogluyê hat dayin gelek jin bejdar bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Bi Jin Jiyan Azadî ber bi azadiyê ve’ û pankartê ku wêneyên ku Jîna Emînî li ser bûn hatin bilindkirin. Bi hinceta qedexeya walîtiyê ya li bajêr polîsan destûr nedan ku jin bên ba hev. Bi dehan polîs, hêzên çewîk, TOMA, maşîneyên zirxî girse dorpêç kirin. Lê belê jinan dorpêç derbas kirin û hatin qadê. Li dijî astengiyan jinan dirûşmeyên ‘Zeng Zendegi Azadî’, ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Zext nikarin me bidin sekinandin’, ‘Em bêdeng namînin, natirsin û îtaatê nakin’ û ‘Girtiyên siyasî nirxên me ne’ berz kirin û serî rakirin.

‘Sembola azadiyê derket holê’

Di daxuyaniyê de Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û da zanîn ku dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ gerdûnî bûye û navê ‘Jin Jiyan Azadî’ li taxek ya bajarê Los Angeles ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîka kiriye û got: “Lê mixabin em li ser vê xakê dema dengê xwe derdixin me dorpêç dikin. Di şexsê Jîna Emînî de çawa ku jinan rejîma Mollayê hejand, desthilatdariya AKP-MHP’ê jî bi pêşengiya jinên kurd û tirk wê bê hilweşandin. Li Rojava di şexsê jinê de şoreşa jinê pêk hatiye û pêşengiya wê derê veguheriye sembola serkeftinê, di şexsê Jîna Emînî de jî sembola azadiya jinê derketiye holê. Çawa ku Leyla Qasiman, Sakîneyan, Sêvêyan ev têkoşîn anîn heta vê rojê, wê ji niha û şûnde jî ev têkoşîn wê berdewam bike.”

 Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Berxwedan li Mêrdînê hate silavkirin

Li navçeya Qosera Mêrdînê jinan daxuyaniya çapemeniyê da. Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rêxistinên navçe û bajêr ên Partiya Çep a Kesk, parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş, Kamuran Tanhan, rêxistinên girseya demokratîk û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li Qada Azadiyê hat dayin.

Daxuyaniya ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Qoserê Aysel Avay ve hat xwendin destnîşan kir ku piştî qetilkirina Jîna Emînî serhildan bi pêşengtiya jinan destpêkir û wiha got: “Îro jinên Kurd û Faris bûn agirê serhildanê û xwedî li vê serhildana dîrokî derketin. Herçendî desthilatdar êrîşên xwe zêde bike jî, di heman demê de jî di nêzîkatiyên wan de guherîn hate jiyan kirin. Me dît ku jin kolan û qadên têkoşînê na berdin. Me têkoşîna jinan a ku belavî çar parçeyên Kurdistanê bûye dît.”

Piştî daxuyaniyê Parlementera Partiya Çepên Kesk Berîtan Guneş axivî û got: “Ji hebûna jinan di tirsin. Ji ber vê yekê jin mehkumî darvekirinê hetin kirin, xistin girtîgehan. Em hemû jinên li dirûşma 'Jin jiyan azadî xwedî derdikevin' silav dikin."