Ji hezar û 52 parêzerên jin deklarasyon

Beriya 36'emîn Desteya Giştî ya Asayî ya TBB'ê bi imzeya hezar û 52 parêzerên jin deklarasyon hat weşandin. Parêzerên jin bang li rêveberiya TBB'ê ya nû hatiye avakirin û delegeyan kirin û gotin, "Divê di Desteya TBB’ê de li dijî tundiya li ser bingeha zayendî û cudakariyê têkoşîn hebe û teahûd bê kirin."

Enqere - Parêzerên jin beriya 36’emîn Desteya Giştî ya Asayî ya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) ku îro dest pê kir û wê 2 rojan bidome, bi sernavê " ne wekheviya şeklî, wekheviya rast" deklarasyonek weşandin. Di deklarasyona bi îmzeya hezar û 52 jinên parêzer de wiha hat gotin: “Em li dijî feraseta serdest a mêr a li derdora daraz, pîşe û rêxistina xwe ya pîşeyî, li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî û cudakarî û ji heteroseksîzmê re, li edliye, yekîneyên înfazê, salonên dadgehê, ofîs, derdorên dîjîtal û qadên din ên jiyanê de dibêjin raweste." Di deklarasyonê de bang li rêveberiya nû ya TBB'ê û delegeyan jî hat kirin.
Di berdewamiya deklarasyonê de hat xwestin ku ev daxwaz bên bicihanîn:
*Em bang li TBB'ê dikin ku ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî û cudakariya zayendî û di vî warî de hişyariyê bide, li dijî hemû êrîşan têkoşîneke bi bandor biafirîne. Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê bi taybetî Peymana Stenbolê, CEDAW, Qanûna Sivîl a Tirkiyeyê" li dijî êrîşên mafên jinan, qanûna ceza ya Tirkiyeyê, qanûna bi hejmara 6284 û mafên me yên xwedî maf, hem li ser asta neteweyî û hem jî di asta navneteweyî de têkoşîneke bi bandortir berpirsyar e. Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê di têkoşîna parastin û bilindkirina mafên jinan de divê bi rêxistinên jinan re di nava têkilî û koordînasyonê de be. Şertê mezinkirina vê têkoşînê ew e ku jin di pêvajoyên biryardayînê de beşdariya demokratîk a jinan pêk bîne.
* Divê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê hem weke rêxistineke pîşeyî û hem jî weke cihê kar plansaziya çalakiya wekheviyê çêbike. Di plana çalakiyê de; di nava yekitî bi xwe de divê ji bo dabînkirina temsîla wekhev û beşdarbûna wekhev a jinan û ji bo dabînkirina wekheviya dabeşkirina çavkaniyên mirovî û darayî di parastina maf û azadiyên hemû endam û hemwelatiyan de tedbîr bên girtin.
* Plana çalakiya wekheviyê divê di çarçoveya têkoşîna li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî û cudaxwaziyê de, rêgezên rênîşander ên ku dê parêzer di buroyên xwe de, di dema karkirinê de û di têkiliyên xwe yên bi hemû pêkhateyên dadweriyê re bişopînin û bi kar bînin. Divê bi tevlibûna herî berfireh a parêzerên jin plansaziya çalakiya wekheviyê bê çêkirin.
* Divê di hemû deste û navendan de bi taybetî di desteya rêveber de temsîliyeta wekhev a jinan bê kirin. Ji bo pêşî li tundî û cudakariya zayendî bê girtin divê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê li dijî Cudakariya Zayendî, Şîdet, Tacîz û Destdirêjiya Zayendî Belgeya Polîtîkayê amade bike û têkoşîna li dijî zayendperestiyê, şîdet û cudakarî bi çêkirina belgeyên polîtîkayê ji bo hemû baroyan pêşniyar bike û teşwîq bike.
*Divê di nava saziya TBB'ê de Yekîneya Piştevanî û Piştevaniyê ya li dijî Şîdeta Zayendî bê avakirin û ji bo di hemû baroyan de heman yekîne bên avakirin xebat bên kirin.
* Ji ber ol, ziman, nijad, zayend, meyla zayendî û nasname/ îfadeya zayendî, raman, temen, ramana felsefî, eslê etnîkî, civakî û erdnîgarî, seqetiya bedenî û taybetmendiyên mîna wan axaftinên nefretê yên li dijî jin, zarok, LGBTI+yan û kêmneteweyan, bi eşkere îfadekirina ku daxuyanî û parêznameyên ku di nav wan de ne li derveyî parêzbendiya parastinê ne û nayên qebûlkirin, ev prensîb. Divê were piştrastkirin ku ew bi zelalî di etîk, prensîb û rêgezên pîşeyî yên parêzeran de cih digrin.
* Guhertina der barê rêziknameya qedexekirina cudakariyê ya di exlaq, prensîb û rêgezên pîşeyî yên parêzerên TTB'ê de divê bikeve rojeva rêxistina giştî ya asayî ya 36'emîn.
* Li gorî pîvanên ku di xala 11’emîn a Peymana Stenbolê de, ji hemû xebatên pîşeyî yên baroyên li çar aliyên welêt der barê her cure şîdet û cudakariya zayendî de, aborî jî di nav de, di nava saziya TBB'ê de bê avakirin şîdeta dîjîtal û her wiha mafên din. Divê daneyên îstatîstîkî yên rêkûpêk bên berhevkirin, lêkolîn û anketên bi rêkûpêk bên kirin. Ji bilî vê divê hemû lêkolîn û xebatên Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê bi awayekî periyodîk ji bo bandora zayendî bên analîzkirin. Em dibînin û dizanin ku tundî û cudakariya li ser bingeha zayendî ku di hemû qadên jiyana me de tê dîtin, di pîşeya me de jî heye. Divê di Desteya TBB’ê de li dijî tundiya li ser bingeha zayendî û cudakariyê têkoşîna bê teahûd bê kirin."
Di deklarasyonê de ev peyam hat dayîn: "Em bi mezinkirina piştevaniya xwe, heta ku di rêxistina xwe ya pîşeyî de wekheviyeke rasteqîn pêk were, bi meşandina têkoşîna xwe re, pêvajoyê bişopînin.”