Ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê peyama cejnê

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Cejna Remezanê pîroz kirin û gotin: “Hêvî û armanca me ew e ku têkoşîna aştî û azadiyê ya li welatê me û li çar aliyê cîhanê bigihîje serfiraziyê.”

Navenda Nûçeyan- Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, bi boneya Cejna Remezanê peyama pîrozbahiyê weşandin. Di peyama xwe de hevserokan hêvî kirin ku Cejna Remezanê bibe wesîleya aştiyê.

Peyama Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê wiha ye:

“Em Cejna Remezanê li temamê civaka Îslamê pîroz dikin, hêvî dikin ku bibe wesîleya edalet, azadî, aştî û xêr û berê.

Pêvajoya hilbijartina çûyî nîşanî me da ku gelên Tirkiyeyê êdî jiyaneke wekhev û adilane dixwazin, şer û pevçûn û kedxwariyê naxwazin.

Me bi hev re hêviyên xwe mezin kirin. Em bawer dikin ku piştgirî û pevrebûna me dê di pêvajoya pêşiya me de xurttir derkeve pêş.

Bi vê wesîleyê em spasiya hemû gelê xwe dikin ku li dijî zilm û zordariyê li ber xwe dan û têkoşîna demokrasiyê mezin kirin û cejna me du qat zêde kirin, em spasiya kedkarên partiya xwe dikin ku bi şev û roj xebitîn, em spasiya her kesî dikin ku li ser sindoqan sekinîn û îradeya me hemûyan parastin û hemû dek û dolab xera kirin.

Em Cejna Remezanê pîroz û bimbarek dikin, hêvî û armanca me ew e ku têkoşîna aştî û azadiyê ya li welatê me û li çar aliyê cîhanê bigihîje serfiraziyê.”