Ji Hemahengiya Zanîngehan berteka li dijî Tirkiyê

Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi xelatkirina çeteyê di lîsteya 'terorê' de cih digire, peyama parastina kujeran dide û bang li her kesê kir ku li hember van kiryaran bê helwest nebin.

Navenda Nûçeyan – Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî çeteyê ku siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef qetil kir û di “lîsteya terorê” de cih digire û dewleta Tirk a dagirker ew li zanîngehên xwe daye xwendin, daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rohan Mistefa ve li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê hat xwendin.

‘Dewleta Tirk bi parastina vê çeteyê peyam dide’

Di daxuyaniyê de hat bi bîr xistin ku serçete “Hatim Ebû Şeqra” û koma wî ya “Ehrar El Şerqiyê” ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Mafên Mirovan (HRW), Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û gelek saziyên navneteweyî ve wekî “terorîst” tê dîtin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dewleta Tirk bi vê yekê pîvanên mirovî, exlaqî, polîtîk û yên navneteweyî binpê dike û peyama parastina kujeran dide.

‘Zaningehên li Tirkiyê mîna navendên şerê taybet tên bikar anîn’

Di daxuyaniyê de hat ser ziman ku dewleta Tirk a dagirker, zanîngehan wekî navendên şerê taybet li dijî gelê Kurd bi kar tîne û destnîşan kir ku pêwîst e zanîngeh û navendên akademîk ji nêzîkatiyên faşîzane, netewperest, zayendperest û olperest werin parastin û bibin cihên pêşxistina hişmendiya demokratîk.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li saziyên navneteweyî, saziyên mafên mirovan, hemû zanîngeh û akademîseyenan hat kirin ku li hember van kiryaran bêdeng nemînin û înîsîyatîfên avakar û demokratîk pêş bixin.