Ji HDK’ê kampanya “Ji bo aştiyê milyonek îmze”
HDK, ji bo pirsgirêka Kurd kampanya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” da destpê kirin. dike.
Stenbol- Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li hotêleke li navçeya Beyoglû ya Stenbolê deklarasyona “Ji bo aştiyê milyonek îmze” eşkere kir.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û gelek nûnerên pêkhateyên HDK’ê jî tev daxuyaniyê bûn.
‘Ji bo aştiyê derî kêmek vebûye’
Di civînê de hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş axivî û diyarkir ku divê ji bo aştiyê şans were dayîn.
Meral Daniş Beştaş bal kişand ser hevdîtinên dawî û anî ziman ku deriyê aştiyê kêmek vebûye û wiha got: “Belkî em gelek nêzin, belkî jî ev nêzîkatî em tayîn bikin. Ji ber vê em kampanya didin destpêkirin. Aştî ne pêvajoyek asan e. Ger girtina aştiyê û jiyana di nava aştiyê de ewqas asan bûya wê li dinyayê ev qas şerên mezin rû nedane. Dû şerên mezin ên cîhanê qewimîn. Niha jî em li ber şerê cîhanê yê sêyemîn.”
Meral Danış Beştaş da zanîn ku dûh piştî êrişên demdirêj ên Îsrail li ser Xeza agirbestek hate ragihandin û wiha got: “Lê belê bûyerên ku li Xezeyê qewimîn em nikarin demeke dirêj ji bîr bikin. Divê em biryarekê bidin. Gelo em ê di nava van rûpelên şermê de bin, yan jî li gel wan kesan be ku dixwazin aştiyê weke mîrateyekê li pey xwe bihêlin. Em aştiyeke xurt dixwazin. Me civakîbûna aştiyê weke HDK'ê danî pêşiya xwe. Di 8-9'ê Sibatê de em ê konferanseke navneteweyî li Stenbolê lidar bixin. Civakbûna aştiyê çiye; ya ku her kesê xwe têde dîtiye, ne tenê pirsgirêka dengekê ye, divê hemû dengên civakê derkevin û bihîstina wêye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka inkarê ye. Hemû beşên ku tên înkarkirin û pêkane ji bo aştiyê bibin yek. Em li ber vê pêkanê ne. Êdî ne li ber peravên wê rawestandine, demê em di nav debin e.”
‘Em nikarin dest ji aştiyê û parastina paşeroja jiyana hevpar berdin’
Piştre Hevberdevkê HDK'ê Alî Kenanoglû metna îmzeyan xwend. Di metnê de ku ji bo Serokatiya Meclîsê hatiye amadekirin de ev tişt hate gotin: “Ji ber polîtîkayên ewlekariyê yên têkildarî pirsgirêka Kurd bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, êşên giran rû dan. Pirsgirêka Kurd li benda çareseriyeke demokratîk, aştiyane û civakî ye. Em nikarin dest ji aştiyê û parastina paşeroja jiyana hevpar berdin. Êrîşên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê ku di asta komkujî û qirkirinê de têne kirin, nîşan didin ku aştî ji bo gel û baweriyên li herêmê jiyanî ye. Ji ber vê yekê di serî de Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) em bang li hemû derdorên civakî û siyasî, mirovên bi hesreta jiyaneke wekhev û azad dikin ku ji bo pêkanîna aştiyê bi berpirsyarî rabin. Ji bo rizgariya ji tarîtiya şer û xwegihandina ronahiya aştiyê, ez jî îmzeyê didim”!