Ji girtiyên siyasî hişyarî: Xeteriya darvekirina Pexşan Ezîzî zêde dibe

Çalakiyên girtîgehên Îranê li dijî darvekirinê di hefteya 63’an de didome. Girtiyan redkirina daxwaza ji nû ve dadgehkirina Pexşan Ezîzî şermezar kirin, li dijî metirsiya înfaza cezayê darvekirinê hişyarî dan.

Navenda Nûçeyan – Kampanya ‘Rojên Sêşemê ji îdamê re na’ ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 38 girtîgehên girtiyên siyasî beşdar bûne, di hefteya 63’an de di dome. Girtiyên ku ketine grev birçîbûnê, cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn şermezar kirin, bertek nîşanî redkirina daxwaza ji nûve dadgehkirinê dan.

Ji girtiyên siyasî daxuyanî

Girtiyên siyasî di hefteya 63’an a kampanyayê de ev daxuyanî dan:

“Di cejna Newrozê de, di înfaza biryara darvekirinê de hat dîtin ku kêmbûne hate jiyîn, piştî wê cardin em dibin şahidê zêdebûnê . Di rojên dawî de hejmarek zêde ya girtiyan hatin karantînakirin. Mînak roja Duşemê li girtîgeha Qezl E-Hazar herî kêm 10 girtî neqlî ‘qawîşa ewle’ kirin. Ev nîşan dide ku îhtîmala wan a darvkirinê nêze. 

Di demek ku zext zêdebûne de Konseya Mafê Mirovan a Yekitiya Netewî, di dawiya civîna 58’an a li Cenevre binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê şermezar kirin, li gel raportorê taybet û Mîsyona komkirina agahiyên serbixwe biryar girtin ku salek din demê erkê dirêj bike. Biryarên ku hatine girtin, sûcên rejîma Îranê ku di sala 2022’an de di demê serhildana hatin kirin û ji bo darizandina rayedaran komkirina belgeyan digre nava xwe.

 Parlementoya Ewropa cezayên darvekirinê yên li Îranê di hefteyên dawî de zêde bûye şermezar kir, bal kişandin ser Mehdî Hasanî û Behrouz Îhsan ku derbarê wan de biryara darvekirinê hatiye dayîn û ev biryar hatî erêkirin, carek din daxwaz kirin ku hemû girtiyên siyasî bên berdan. Parlementoya Ewropa di heman demê de xwest Muhafizên Şoreşa Îranê weke rêxistina terorê bê îlan kirin.

Lê belê Komara Îsalama Îranê zextên ji derve û hindir û protesto ji nedîtî ve tê, pêkanînên zextê û dayîna cezayên darvekirinê di domîne. Mînak girtiya siyasî a Kurd Pexşan Ezîzî daxwaza ji nûve dadgehkirinê ji aliyê dozgeriyê ve cara duyem hate redkirin. Li gel vê biryarê, metirsiya darvekirina Pexşan Ezîzî hê zêdetir bû. Girtiyek din ê siyasî ku li girtîgeha Lekan a Reşt dimîne Kerîm Hocasteh bi sûcdariya ‘îsyanê’ hate darizandin û derbarê de  biryara darvekirinê hate dayîn.

‘Em bi fikar in’

Em wek endamên kampanyaya ‘Rojên Sêşemê ji darvekirinê re na’ em fikarbûna xwe ya zêdebûna gefa darvekirinê îfade dikin, van cezayan bi zimanek tund şermezar dikin û li dijî sûcên ku ne siyasî belavbûna derxistina biryên darvekirinê hişyarî didin. Em daxwaz dikin ku bi piştevaniya navnetewî û civaka navnetewî ku bi berdewamkirina her cûrê têkiliyan li gel Komara Îsalam Îranê  bi şertê ku rakirina bi temamî ya cezayê darvekirin bixebitin.”

Girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne

Navê girtîgehên ku ketine greva birçîbûnê wiha ye:

Evîn (Qawîşa jinan, qawîşên 4 û 8.), Ghezel Hesar (beşên 3. û 4. ), Karaj, Tahrana Mezin, Khorin Varamin, Chobindar Qazvin, Arak, Khorramabad, Asadabad İsfahan, Dastgerd Esfahan, Sheiban Ahvaz, Sepidar Ahvaz (jin û mêr), Nizam Şiraz, Adelabad Şiraz (jin û mêr), Borazjan, Ramhormoz, Bam, Kahnouj, Tabas, Juyin, Meşhed, Gonbad Kavous, Ghaemshahr, Lakan Rasht (jin û mêr), Rudsar, Hawiq Talesh, Dieselabad Kermashan, Erdebil, Tebriz, Urmiye, Salmas, Hoy, Naqdeh, Miandoab, Saqqez, Baneh, Marivan, Kamyaran.