Ji Girtîgeha Êvînê ji bo gelê Îranê: Li dijî darvekirinê bertek nîşan bidin

Girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Evînê daxuyanî dan û bang li gelê Îranê kirin ku li dijî darvekirinan bertek nîşan bidin.

Navenda Nûçeyan- Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Êvînê têkildarî cezayê darvekirinê yê ku di 10’ê Mijdarê de li Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî hatiye birîn, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku di dema girtina Werîşe Mûradî de ti dadgehkirin û lêpirsîneke dadperwerane nehatiye kirin û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ceza tenê bi nêrîna dadwer hatiye dayîn, ne bi delîlên berçav. Ji girtiyên jin bang li gelê Îranê hat kirin ku li dijî darvekirinê dengê xwe bilind bikin û hevgirtina xwe bi Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî yên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, bilind bikin.