'Ji fikra jinên azad ditirsin'

Jinên ji Efrînê yên li kantona Şehbayê destnîşan kirin ki netew dewlet û pergalên baviksalar ji ber tirsa xwe ya ji belavbûna fikrên azad jinên pêşeng hedef digrin.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba - Jinên pêşeng ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin hedefa netew-dewletên baviksalar. Jinên ku bi projeya netewa demokratîk ku piştî şoreşê hat meşandin jiyana wekhev ava kirin, jinan ne tenê di warê jiyana civakî de di heman demê de di hişmendiyê de jî guhertinên girîng afirandin. Ev guhertina demokratîk a di civakê de dibe sedema sereke û jin ji aliyê desthilatdaran ve tên hedefgirtin.

Jinên li Efrîn û Kantona Şehbayê dijîn diyar kirin ku jinên pêşengiya şoreşê kirine di têkoşînê de bi israr in.

'Em ji bo azadiya hemû jinan têdikoşin'

Ji Kantona Efrînê Sevcan Xelîl diyar kir ku 8'ê Adarê ji bo wan rojeke girîng e û bal kişand ku ji bo bidestxistina mafên rewa yên jinan û misogerkirina wekheviya zayendî, şoreş û pêşketinên bi vî rengî afirandine. Her wiha da zanîn ku netewe dewletên ku rol û pêşengiya jinan qebûl nakin wan dikin hedef. Sevcan Xêlîl anî ziman ku ew pergala kapîtalîst a neheq qebûl nakin û weke jinên Rojava ji bo azadiya jinan li hemû cîhanê têdikoşin.

'Em ê bi biryardarî ji hemû astengiyan derbas bibin'

Heba El-Siniyê ya ji Şehbayê jî destnîşan kir ku sedema jinên pêşeng li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li cîhanê dibin hedef, tirsa belavkirina fikrên jinên azad e. Li aliyê din Mejdolîn Şêxo da zanîn ku welatên serdest û hêzên kapîtalîst îrade û hêza jinan hedef digrin lê jinan li dijî zîhniyeta serdest a mêr serî hildane û ew ê neheqî, zilm û komkujiyan qebûl nekin. 

Mecdolîn Şêxo jî da zanîn ku ew hişmendiya mêr hedefgirtina jinan qebûl nakin û got ku jin bi hêz, bi israr û biryardar in ku hemû astengiyên li pêşiya azadiya xwe derbas bikin.