Ji Fîgen Yuksekdag name: Tu hêjayî me yî em jî ya te Stenbol

Namzeda Hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, nameya Fîgen Yuksekdag a di girtîgehê de ye li ser navê hemû girtiyên jin ên siyasî yên li Kandirayê piştgiriya xwe pêşkeş dike, parve kir.

Navenda Nûçeyan- Namzeda Hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal nameya Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag a girtî, parve kir. Di nameyê de ji bo namzedên hevşaredariya Stenbolê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî banga hevgirtinê û daxwaza serkeftinê hat kirin.

Di nameya ku li ser navê girtiyên jin ên li Girtîgeha Kandirayê hat nivîsandin û îmzeya Fîgen Yuksekdag cih digre de wiha hat gotin:

“Di dilê Stenbolê yê ku qasî ku tevahiya Tirkiyeyê digre nava xwe fireh e,  bi qasî ku hemû cudahiyan di nava hev de digre dewlemend de, dengê kesên ku dibêjin ‘Her Dem azadi ye, her Dem wekhevî ye, her Dem aşti ye’ wê deng vede.

Rêhevalên me yên hêja û hevalên me yên têkoşînê, di şexşê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî de ji bo endam û dilxwazên me yên partiya me ku li Stenbolê bayê DEM û guhertinê xurt dikin, silavên xwe dişînin…

Dem dema wê ye ku em ji bo jiyan û bajarekî ku kesên kedkar, jin, ciwan, kesên bêewle, hemû kesên bindest û keda wan hatiye xwarin heq dikin, em bi awayekî herî xurt li dora namzedên xwe bibin yek.

Divê kesekî ku dilê xwe daye DEM’ê û nirxên siyasî yên ku temsîl dike ji derveyî vê kêlî û vê riyê nemîne. Divê bi piştgirî, xwedîderketin, hewldan û dengên xwe li cem namzedên xwe be.

Weke ku di van risteyên dîrokî de jî hatiye gotin; 'Evqas êş vala nehatin kişandin (....) Tu hêjayî me yî. Em jî ya te Stenbol.

Îro jî kesên ku li ser Riya Sêyemîn a gelan, jinan û kedkaran dimeşin, wê bi gotina 'Ji Stenbolê re DEM, ji DEM’ê re Stenbol hêja ye’ bigihîjin menzîlê.

Em ê bi hev re biguherin, em ê bi hev re bi ser bikevin, ji namzedên hevşaredar û endamên meclisê yên parêzgeh û hemû navçeyan re serkeftinê dixwazin. Hezkirin û silavên xwe yên ji dil dişînin.

Li ser navê girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Kandirayê; Fîgen Yuksekdag.”

'Hemû bi hev re, dest bi dest, mil bi mil'

Meral Daniş Beştaş jî ji bo nameyê wiha got: "Gotin têra îfadekirina spasiya min nake” û di parvekirina xwe de wiha got:

"Birêz #FigenYüksekdağ û jinên hêja yên li Kandirayê, ev name pir bi qîmet e! Gotin têra îfadekirina spasiya min neke...

Têkoşîna ku em bi we re didin meşandin, bi qasî ku desthilatdar fêm nakin mezin û qedîm e!

Rêhevalên min ên hêja, ev êş vala nehatin kişandin lê em hemû bi hev re, dest bi dest û mil bi mil ji van êşan qencî û bedewiyê diafirînin !

Mafdariya me û ev hêza ku em bi mafdariya xwe ji gelê xwe digrin, wê têkoşîna me bigihîjîne encamê baş dizanim. Dizanim ji ber hûn li gel min