Ji Federasyona Rojnamegeriya Erebî ya Navneteweyî li dijî êrişan bang
Federasyona Rojnamegerên Ereb a Navneteweyî bang li saziyên navneteweyî û bi taybet Neteweyên Yekbûyî kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne.
Navenda Nûçeyan-Federasyona Rojnamegerên Ereb a Navneteweyî derbarê êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya ku navên kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane hat dayîn de, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em bomberdûmanên dewleta Tirk weke êrîşên ne rewa dibînin. Ev êrîş binpêkirina qanûnên Neteweyên Yekbûyî (NY) û navneteweyî ne. Em hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin.
”Di dewama daxuyaniyê de ev bang li Neteweyên Yekbûyî, endamên Konseya Ewlekariyê, tevahî deste û saziyên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên mirovan hatin kirin:
1-Zexteke cidî li hikumeta Tirk bikin bila êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne.
2-Bila dewleta Tirk ji herêmên Sûriyeyê yên dagir kirine vekişe.
3-Divê dagirkeriya Tirk, êrişên wê yên leşkerî û encamên van êrişan, her wiha binpêkirinên wî yên li dijî gelê Sûriyeyê were teşhîkirin.
4-Êrişên li ser nexweşxane, navendên tenduristiyê yên sabit û yên gerok û êrişn li ser ekîbên tenduristiyê û yên rizgariyê rawestînin. Bila derfet bê dayîn da ku birîndaran û cenaz werin rakirin û jiyana kesên bi binê enqazan de mane were rizgarkirin.
5-Zextê li hikumeta Tirk bikin bila êrişên xwe yên bi balafirên şer, balafirên bê mirov ên bi çek, êrişên çekdarên hevkarên wê yên li dijî sivîlan, dêr û cihên îbadetê, milkên giştî û yên taybet rawestîne. Talankirin û diziya mal û dikanan bisekinin.
6-Divê komîteyeke serbixwe ya lêkolînkirinê were avakirin. Divê nûnerên federasyona Sûriyeyê ya mafên mirovan, rêxistinên parêzvnên mafên mirovan û mafên jinan ên li Sûriyeyê di komîteyê de cih bigirin. Peywira vê komîteyê binpêkirinên dewleta Tirk aşkera bike û berpirsên wê yên bûne sedema qetilkirin û birîndarkirina welatiyan sewqî dadgehên xwecih, herêmî û navneteweyî werin kirin da ku hesab ji wan bê pirsîn.
7-Em bang li rêxistiên hiqûqî û medenî yên sûriyeyî dikin ku di belgekirina sûcên dermirovî yên hêzên dewleta Tirk a dagirker de bibin hevkar.
8-Bang li deste û saziyên navneteweyî yên eleqedar dikin ku pêdiviyên jiyanî, aborî û mirovî yên bajar û gundên bakur û rojhilatê Sûriyeyê yên bobelat bûne, bi cih bînin.
9-Ji tevahî pêkhateyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebateke gel û hiqûqî lazim e da ku li hemberî xetereyên ku ji ber kirinên hêzên dagirker ên nîjadperest çêdibin rawestin û wan xetereyan bi dawî bikin.