Ji eşkerekirina agahiyên xwendekaran û gefên kuştinê kî berpirsyar e?

Eşkerekirina agahiyên der barê xwendekarên Îranê de, derxistina ji zanîngehan û heta gefên kuştinê, di nava malbatan de bû sedema fikaran. Berpirsên zanîngehê ne tenê hesab didin, di heman demê de ji bo desteya dîsîplînê bangî xwendekaran dikin.

Navenda Nûçeyan – Rojnameya Şerq roja 13’ê Tîrmehê, nûçeyak weşand û diyar kir ku hinek kanalên Telegramê agahiyên taybet ên hejmarek xwendekarên zanîngehê belav kirine û gef li wan xwarine.

Di vê nûçeyê de, rojnameya Şerq navê çend kanalên Telegramê ku agahiyên herî taybet ên xwendekaran, hejmarên telefonên wan, notên wan û hejmarên telefonên endamên malbatê, weşandine da. Her wiha bi xwendekaran re têkilî danîne da ku wan bi beşdarbûna di xwepêşandanan de tawanbar bike û di hinek rewşan de bi derxistin, girtin û heta gefa mirinê re rûbirû mane.

‘Hewldan bikevin hesabê min ê Telegramê’

Sara xwendekarek lîsansê ya Zanîngeha Tehranê ye. Agahiyên wê yên şexsî weke ‘rêberê qadê’ hat weşandin û wiha got: “Piştî ku agahiyên min hatin weşandin, bi telefon û peyaman ez tacîz kirim. Kesekî hewl da bikeve hesabê min ê Telegramê. Her wiha li bavê min jî geriyan. Wan ji bavê min re gotin ku ‘keça xwe bibe û mûçeya wê nede.’ Ez dixebitim û ji malbata xwe pere nagirim.” Sara her wiha da zanîn ku ji hejmarên nenas ên telefonan gelek gef lê hatine xwarin û wiha got: “Wan bangî min kirin û gotin ku tu rêber î û wêneyê min li cem wan e. Lê ew wêne ne yê min bû, roja ku wan got ez rêber im li zanîngehê nebûm. Di dawiya telefonê de, wan got ku heke ez vegerim zanîngehê, ew ê heta Yekşemê bi min re eleqedar bibin.”

‘Ji ber gotinên wan dayîka min krîz derbas kir’

Xwendekara sala dawî ya Zanîngeha Tehranê Nestern, der barê bûyerê de wiha got: “Wan hejmara telefona malbata min jî weşand û telefonî dayîka min kirin. Dayîka min nexweşa penceşêrê ye û ev yek bûn sedem ku dayîka min krîza hêrsê derbas bike û rakin nexweşxaneyê. Ez şêwirmenda ezmûna ketina zanîngehê me û neçar mam hejmara telefona ku ez ji bo kar bikar tînim rakim vê yekê jî bandoreke neyînî li ser kar û dahata min kir. Yek ji van tacîzkaran telefonî cihê karê min kir û gefê li rêveberê min xwar got; ‘Heke hûn wê ji kar dernexin, em ê bela xwe li we bidin.’”

‘Li bavê min geriyabûn’

Xwendekara Zanîngeha Tehranê, Yassî da zanîn ku agahiyên wê yên kesane jî hatine weşandin û ji aliyê desteya dîsîplînê ya zanîngehê ve ji bo lêpirsînê bangî wê hatiye kirin. Yassî got: “Du roj piştî weşandina agahiyên min, bavê min bangî min kir û bi dengekî xemgîn got, 'Tu çi dikî?' Di telefonê de, wan jê re got ku keça we tiştên xirab dike û heke ew nikaribe wê kontrol bike, ew ê tedbîran bigrin.”

Xwendekara Zanîngeha Şerîf, Mehdî jî bi rewşek wisa re rû bi rû maye û fikara xwe ji bo malbata xwe anî ziman û got ku bûyerê jiyana wê guherandiye.

Agahî ji dosyayên zanîngehê hatine belavkirin

Li gorî rapora Şerqê, xwendekarên din ên bi navê Mesûd, Hemed û Huseyîn jî rastî heman rewşan hatine. Xwendekar dibêjin ku ji bilî derxistina ji dibistanê û gefên kuştinê, di hinek rewşan de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên li derveyî zanîngehê ve jî bangî wan hatiye kirin.

Xwendekar, diyar dikin ku agahiyên hatine weşandin tenê di dosyayên zanîngehê de tên tomarkirin, dipirsin ka ev agahî çawa ji zanîngehê derketiye û gihîştiye kanalên Telegramê. Ew daxwaz dikin ku çavkaniya vê werin zelalkirin û rayedar ji bo her rola muhtemel a saziyên pêwendîdar di vê mijarê de hesab bipirsin.

Her wiha rapora Şerqê destnîşan kir ku tevî fikarên xwendekaran ên berfireh, hê jî tu rayedarekî zanîngehê ravekirinek nekiriye ka agahî çawa hatine eşkerekirin an jî çi tedbîr ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hatine girtin. Li gorî xwendekaran, ew heta nizanin ku ji bo eşkerekirina agahiyên wan ên şexsî û riyên ku ew bi riya wan hatine bidestxistin, serî li kîjan saziyê bidin.