Ji Emîne ya di çalakiya nobeta “edaletê” de banga piştevaniyê
Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du zarokên wê hatîn qetilkirin û di roja 7’an de nobeta “edaletê” berdewam dike, ji hemû kesên xwedî wijdan piştevanî xwest.
Riha - Beriya hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsa Rihayê parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û Hecî Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn. Ji malbatê Fadil Şenyaşar jî birîndar bûbû û pişt re hatibû girtin. Emîne Şenyaşar a hevjînê xwe û du lawên xwe winda kir li gel lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo doza edalet pêk were bi daxwaza “edaletê” li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobetê daye destpêkirin û di roja 7’an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û lawê xwe îro jî hatin ber edliyeyê û xwestin bi Serdozgeriya Komarê re hevdîtin bikin lê daxwaza wan bêbersiv ma.
Malbata Şenyaşar îro jî li ser derenceyên avahiya edliyeyê rûniştina xwe berdewam kirin. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê bangê kir: “Nobeta me ya edaletê di roja 7’an de berdewam dike. Em her kesê xwedî wijdan vedixwînin ber edliyeyê û dixwazin ku 10 deqîqe piştgiriyê bidin vê têkoşîna me ya ji bo maf û edaletê.”