Ji EŞÎK’ê ji bo NY nameya vekirî: Hemû alîkariya ji bo Talîban rawestînin

EŞÎK a nameya vekirî a ku ji Konseya Ewlehiya NY re şand, diyarkir ku Raportarê taybet di rapora Efaganistanê de rejîma Talîban ya girêdayî zeyendperestiyê ji nedîtî ve hat û got: “Hemû piştgiriya ji bo Talîban’ê rawestînin.”

Navenda Nûçeyan – Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê, nameyek vekirî ji Raportarê taybet Ferîdun Sinirlîoglu derbarê rapora ku derbarê Efganistanê de amadekirî pêşkêşî Konseya Ewlehiya NY kir şand. Derbarê nameya vekirî a şendî de daxuyaniyek nivîskî weşand û EŞÎK’ê diyar kir ku di raporê de Raportorê taybet Ferîdûn Sinirlîoglû rejîma Talîban ya girêdayî zeyendperestiyê ji nedîtî ve hat.

‘Talîban welat ji bo jin û zarokan vegerandiye girtîgehê’

Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin li Efganstanê di 15’ê tebaxa 2021’an de Talîban desthilat xistî destê xwe de, di nava dû salan de welat cardin ji bo jin û zarokên keç vegerandiye girtîgehek nû û dan zanîn ku jin ji mafên xwe bingehîn ên weke perwerde, tendirûstî, xebat û heta geştiyarê bê par hatine hêlan.

‘Ferîdûn Sinirlîoglû ji bo amadekirina rapora serbixwe hate tayînkirin’

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kir ku Ferîdûn Sinirlîoglu di dîroka 25’ê Nîsana 2023’an de ji aliyê Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres ve li Efganistanê ew zorî û zehmetiyên ku tê jiyan kirin raporek serbixwe amadebike weke Koordînatorê taybet hate tayîn kirin û wiha hate gotin:

“Weke EŞÎK di namey ku me di 15’ê Tebaxa 2023’an de nivîsandî de, rêveberiya Talîban jin û zarokên keç ji mafê wan ên herî bingehîn bê par hêlaye, ev xal ku hatinê ev cihêkariya girêdayî zayendperestî rejîma (gender apartheid) e, me xwest ku dewletên endamên NY alîkariya aşkere û veşartî a ji Talîban dabin dikin rawestînin. Di heman pêvajoyê de di çarçoveya kampanya ji aliyê tevgera jinên kureyî ve hatin destpêkirin, pêkanîna rêveberiya Talîban a li beramberî jin û zarokên keç ku girêdayî zayendperestiyê weke sûcek ê navnetewî were naskirin de di 26’ê Îlona 2023’an li Konseya Ewlehiya NY rûniştinek taybet li darxistin. Aktivîst û pisporên ku bejdarî rûniştinê bûne diyarkirin ku jin û zarokên keç ên Efganstanê hewl didin li beramberî rejîma Talîban li berxwe bidin. Xwestin ku li Lêjneya Giştî a NY de rûniştinek taybet li darbixin.”

‘Talîban rastiya ku jê berpirs serde digre’

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku tevî van hemûyan, Ferîdûn Sinirlîoglu û tîma xwe rapora ku amadekirine û pêşkêşî Konseya Ewlehiya NY kirin têgîna ‘Gender Apartheid’ têde nebû û wiha hate gotin:

“Rêveberiya Efganistnê,  di awayê otîrîtrea fiilî deye, bêyî ku raste rast têkilî li gel Talîban dane bikarnîna wê îsrar dikin, di binpêkirinên mafên ên metirsîdar, rastiya ku Talîban jê berpirse serde digrin. Di raporê de bi rêveberiya Talîbanê re derbarê wê têkiliyek çawa ava bike pêşniyara ‘Modela angajman a Navneetwî’ (engagement architecture), metirsiya ku rewakirina hiqûqa dij rêveberiyê ya Talîban dihilgire. Rapor bingeh ji jin û zarokên keç pêşîlêgirtinên niyeta baş tê binavkirin radestî wijdana Talîban kirine û mafê herî bingehîn ê siyasî, mirovî, ewlehî û aborî di nîqaşande bikeve pileya dûem de tê avakirin.” 

Banga rawestandina her cûrê piştgiriyên ji Talîbanê re hat kirin

Di berdewamiya daxuyaniyê de nameya vekirî ya ji Konseya Ewlekariyê ya NY’ê re hat şandin hat parvekirin. Di nameya de ev bang hat kirin:

“…Li gel zanebûna qeyrana mirovî ya kûr a li Afganîstanê, em paşguhkirina mafên jinan a di nîqaşên li ser 'ewlekarî, mijarên herêmî û siyasî yên girîng' de qebûl nakin. Fikara me ew e ku, pêşnîyarên raporê û 'modela angajman' ya hat pêşniyarkirin, dê Talîbanê ku di lêgerîna  naskirin, rewabûn û çavkaniyan de hîn zêdetir werêk bike. Her angajmana civaka navdewletî, bi taybetî Komseya Ewlekariyê yê NY’ê, divê mafên bingehîn ên mirovî yên jin û zarokên keçan bi awayekî bi temamî û bê şert û merc garantî bike, were kirin. 

Em di pêvajoyek tevlihev a tevgerên reaksiyonê û hikûmetên cihêreng, mîlîtarîzma zêde, şer û qeyranên bi hev ve girêdayî ku barê herî giran jinên Afgan û jinên belengaz ên li Başûrê Kûrewî hildigirin de, derbas dibin. Divê em di mijara ku mafên jinan di nîqaşên 'ewlehiya navneteweyî' de di plana duyemîn de nemîne de, bi biryar bin. Divê destûr neyê dayîn ku tu ol, tu çand û tu îdeolojiya siyasî îtaeta jinê ya ji mêran re, cudakariya li ser bingeha zayendî ya civakî û tundiyê rewa bike. 

Konseya Ewlehiya NY, ji bo Talîban demildest dawî li polîtakayên apartheid bînin bangek bi hêz bi weşînin; jin jî di nav de heta ku hemû kes mafê bingehîn ê mirovan, ji bo înşakirian rejîmek demoqratîk gavên şênber û mayînde ne avêjin, em daxwaz dikin ku dewletên endamên NY raste rast yan jî veşartî alikariya bi Talîbanê re qedexe bikin.”