Ji EŞÎK'ê der barê metna mutabakatê ya Tifaqa Miletê de rexne û pêşniyar
EŞÎK’ê metna mutabakatê ya Tifaqa Miletê nirxand, bal kişand ku di metnê de prensîba temsîliyeta wekhev cih nagre û pêşniyara "Wezareta Jin, Malbat û Zarokan" pêşniyarek e ku newekheviyê kûrtir dike û Peymana Stenbolê bi awayekî zelal nehatiye diyarkirin.
Navenda Nûçeyan- Platforma Jinan a Wekheviyê (EŞÎK) der barê metna mutabakatê ya Tifaqa Miletê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di bernameyê de girîngî nedane daxwazên jinan û ev mijar bi baldarî hatiye xebitandin lê hat destnîşankirin ku divê kêmasiyên herî bingehîn jî bên sererastkirin.
EŞÎK'ê bal kişand ser di metnê de cihnegirtina prensîba temsîliyeta wekhev û diyar kir ku pêşniyara "Wezareta Jin, Malbat û Zarokan" pêşniyareke ku newekheviyê kûr dike ye û Peymana Stenbolê bi awayekî zelal nehatiye diyarkirin.
Di daxuyaniya EŞÎK’ê de van pêşniyaran cih girtin:
*Di hemû mekanîzmayên ku bi hilbijartin û tayînkirinê re tên divê ji temsîliyeta wekhev re cih bê dayîn;
*Divê bi zelalî were nivîsandin ku dîsa bibe alîgirê Peymana Stenbolê û bi awayekî bandor were pêkanîn
*Divê were diyarkirin ku dê Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê wekî “Wezareta Jinan û Wekheviyê, ji bi sifata wezareta koordînator ji nûve were sazkirin;
* Zelalkirina pêşniyarên ku dê pergala laîk a di hiqûq, perwerde, xizmetguzariyên civakî û hemû qadên civakî de bi bandor hatiye hilweşandin, ji nû ve were avakirin:
*Di bernameyên xwe de mafên hemwelatîbûna wekhev a hemû beşên civakî bikeve bin temînatê; dawîanîna her cure axaftin û kiryarên rasteqîn ên ku maf û azadiyên bingehîn gef dixwe;
*Bi taybetî cihêkariya li ser bingeha zayendî, meyla zayendî yan nasnameya zayendî, têkoşîna bi bandor a her cure cudakariyê;
*Di perwerdeyê ji her cureyê cudakariyê were rakirin bikeve rewşa laîk û bêpre;
*Misogerkirina beşdarbûna civaka sivîl a serbixwe ya pêvajoyên rêveberiyê. Em we vedixwînin ku hûn zelal binivîsin.
Em ê tu carî di welatekî laîk û demokratîk de dest ji jiyana aştiyane, wekhev, azad û bê tundî bernedin.”