Ji EŞÎK’ê bang: Ji hewildana tinekirina mafên me re bêjin na!

Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) bang li parlamenterên jin û mêrên wekhevîxwaz ên Meclisa nû kir û wiha got: “Ji hewldanên tinekirina mafên jinan re ku di dema pêş de bînin meclîsê re bêjin na.”

Navenda Nûçeyan - Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) bang li parlamenterên Meclîsa nû kir. Di metna bangewaziyê ku bal hat kîşandin bi hilbijartinên 14’ê Gulana 2023’an pêk hat re di dîroka Tirkiyeyê de piraniya meclîsê ya herî dijmîna hat avakirin de, wiha hat gotin: “Recep Tayyîp Erdogan ê ku di axaftin û pêkanînên xwe yên li dijî wekheviya jin û mêr de dozê her roj zêde dike, di 28'ê Gulanê de ji nû ve wek Serokomar hate hilbijartin. Ji ber vê yekê serdemek ku paşveçûnên cidî yên li hember pergala hiqûqî ya laîk û mafên jinan dê bên rojevê dest pê kir.”

'Hemû mafên jinan ji nîqaşê re hat vekirin'

Di metna bangawaziyê ku hate diyar kirin di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ji mafê perwerdehiyê, heta mafê kar û mîrasê hemû mafên jinan ji zayînê heta mirinê, ji bo nîqaşan hatin vekirin û gotin ku hatiye diyarkirin ku mafê perwerdehiya hevpar, mafê gerê, mafê telaqê û neqûqê dê ji holê bê rakirin. Her wiha hate diyar kirin ku Peymana Stenbolê û axaftinên li dijî Zagona Tundiyê ya bi hejmara 6284’an re hemû qanûn û saziyên ku ji bo parastina mafê jinan a jiyana bê tundiye hatin hedef girtin.

‘Meclîsa nû bi parlamenterek sê hevjinên wî hene, bû rojev’

Di metna bangawaziyê hate dest nîşan kirin ku Meclîsa nû hêj merasîma sondxwarinê pêkanî, bi parlamenterek ku sê hevjinên wî heye re bû rojev û hate diyar kirin ku ev parlamenterê Partiya Yeniden Refahê dîsa bû sembola têgihîştina hiqûqê ya ku YRP’ê beriya hilbijartinan weke “sozeke hilbijartinê” pêşkêşî civakê kir û jinan weke xizmetkarên îtaetkar ên li hemberî mêran bi cih kir.

Di metna bangewaziyê de hat bibîrxistin ku betalkirina hikme cezayê ku di sala 2015'an de 'qanûna Dadgeha Destûra Bingehîn a di Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê de yên ku zewaca olî ya bê zewaca medenî pêk tînin' hat anîn, yek ji gavên herî krîtîk e ji bo vekirina pirjinî û zewaca zarokan ango êrişan a zayendî ya zarokan e.