Ji du hevjînên li Îlamê hatin girtin agahî tune ye
Agahî ji Maryam Haghgoo û Pouria Javadi yên hevjînê hev li Îlama Îranê hatîn binçav kirin nayê girtin.
Navenda Nûçeyan – Maryam Haghgoo û Pouria Javadi yên hevjînê hevin li Îlama Îranê dijîn ji aliyê komek a xwe weke “Îstihbarat” dayî nasîn ve hatine binçavkirin.
Piştî ku îşlemên wan hatin çêkirin di derbarê her du hevjînên hev ên hatine binçavkirin de tu agahî nehat girtin û nayê zanîn ka bi ku de birine.
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku bi bê zagonî bi ser mala wan de girtine û nayê zanîn bi ku de birine.