Di doza ‘Ava lîmonê’ de biryara beraatê

Biryara beraatê ji bo doza bi hinceta ‘Ava Lîmonê’ hate vekirin ku jinên siyasetdar ên girtî jê dihat darazandin hate dayîn.

Navenda Nûçeyan- Siyasetmedarên girtî Ayla Akat Ata  Meryem Belî û Dîlok Yagli Pervîn Oduncu û Ayşe Yagci der barê wan de bi hinceta ku ava lîmonê li kuguşa wan hatiye ditin bi îdeaya ku ‘li saziyên infazê û mala girtî madeyên qedexe xistiyê’ doz hatibû vekirin. Danîşîna 2’em ya dozê hate dîtin. Danaşîna ku li 11’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Bati Enqere hate dîtin, jinên girtî ên li girtîgeha jinan a girtî ya Sincanê û parêzerên wan amade bûn.

Siyasetmedarên ku di danaşînê de axivin, gotin samawera ku li koguşê av têde dikele ji be kirêca ku girtiye ji kantine dermanê kirecê xwestin lê berê îdare ev daxwaza wan red kiriye, li servê yekê ji bo dabinkirina ‘Ava Lîmonê’ ji kantine limon kirine û parçeyên wê xistine avê û piştre ava lîmonê xistine semawerê û kelandine, bi vî awayî kireç jê vebûye û ava ku maye jî danîne aliyê pencereyê.

Dû caran dest danîn ser ava lîmonê

Siyasetmedaran diyarkirin ku gardiyanan piştî dest danîn ser vê avê cardin şûn de vegerandiye û piştre cardin dest daniye ser vê avê. Destnîşan kirin ku bi îdeaya limon di avê de fermente bûye û ji ber vê yekê jî bûye alkol tê daranzandin.

Biryara beraatê hat dayîn

Dozger xwest ku bi heman îdeayê siyasetmedar werin cezakirin. Dadgehê ku biryar eşkere kir, der barê hemû siyasetmedaran de biryara beraatê da. 

Çi bûbû?

Di 22’yê Sibatê de bi ser qawîşa jinên siyasetmedar ên girtî de. Gardiyanan dest danîn ser kavanoza tije av û parçeyên lîmonê tê de bûn. Piştre jî ji ber vê kavanozê der barê Pervîn Oduncu û Ayşe Yagci de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna lijneya disiplînê ya girtîgehê de, li Pervîn Oduncu û Ayşe Yagci di 4’ê Tebaxê de bi îdiaya ‘Çek, gule, madeyên teqemeniyê, her cureyên tiştên birînê, tiştên qulkirinê, yên şewitandinê, xeniqandinê, yên dikin mirov ser hiş bibin, gazên mirovan kor dikin, her cureyên jehr û derman û madeyên tiryakê, telefon, bêtêl, amûrên ragihandinê yên elektronîk xistine qawîşê û li cem xwe girtine’ 11 roj cezayê hucreyê hate birîn.

Ji derveyî vê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve lêpirsîn hate destpêkirin. Piştre derberê jinên siyasetmedar de îdeaname hate amedekirin. Derbarê kavanuza mijara gotinê de di 2’ê Tirmehê de rapora pispor girtin û hat îdiakirin ku ava di kavanozê de ‘alkola etîl e.’ Lê belê tu agahî nehatin destnîşankirin  ka rapor ji bo çi hatiye girtin. Di îdianameyê de hat xwestin ku Ayla Akat Ata, Meryem Belî, Dîlek Yagli, Pervîn Oduncu û Ayşe Yagci bên cezakirin. Îdianame, di 27’ê Tîrmehê de ji aliyê 11’emîn Dadgeya Cezayên Giştî ya Bati a Enqereyê ve hate qebûlkirin.