Ji DJV bang li Tirkiye: Qetilkirina rojnamegeran ronî bikin

Yekitiya Sendîkayên Rojnamegerên Elman (DJV) bang li dewleta Tirk kir ku qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ronî bikin.

Navenda Nûçeyan – Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19'ê Kanûnê de dema li ser erka xwe bûn, li ser riya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê yê kantona Firatê, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, ajokerê seyareyê jî birîndar bû. Yekitiya Sendîkayên Rojnamegerên Elman (DJV) bang li dewleta Tirk kir ku sedemê qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, ku di dema geşedanên li Bakûr û Rojhilatê Sûriye di qewîmî di şopandin ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, ronî bikin.

‘Divê dewleta Tirk hesab bide’

Seroka DJV Mika Beuster derbarê qetilkirina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de daxuyanî da û got: “Ev gumanek xeternak e ku ji aliyê hikumeta Tirk ve divê were ronîkirin.” Mika Beuster da zanîn ku ger ji aliyê dewleta Tirk ve rojnameger hatibin qetilkirin, divê berpirs li dadgehê hesab bidin û daxwaza piştevaniyê ji Wezîrê Karê derve yê Elmanya kir.

Mika Beuster di daxuyaniyê de wiha got: “Ger Cîhan Bîlgîn û Nazm Daştan ji ber rojnamegerî dikirin bûne hedef, divê bandora têkiliyên dîplomatîk yên Elmanya-Tirkiye hebe.”