Diyanet piştgirî da melayê ku pedofîlî parast

Melayê bi navê Mehmet Şukru Dortbudak li Rihayê jin û zarok kiribû hedef. Diyanetê, weke ceza ji mûçeyê Mehmet Şukru Dortbudak 500 lîre birî û mela parast.

Navenda Nûçeyan- Melayê Mizgefta Mevlana Halîd a Rihayê Mehmet Şukru Dortbudak ê girêdayî Serokatiya Karên Diyanetê, di axaftinên xwe de pedofîlî parastibû û perwerdeya têkel hedef girtibû kete rojevê. Diyanetê jî ji ber van gotinan cezayek balkêş dan Mehmet Şukru Dortbudak.

Li gora nûçeya ku di Cumhuriyetê de cih girtî; Diyanetê ji ber weazê ‘pedofîlî’ yê cezayê şermezarkirinê û ji ber gotinên dijberî ‘perwerdeya têkel’ jî ceza da ku ji mûçeyê wî 500 lîre bên birîn.

Mehmet Şukru Dortbudak, jin û zarok li ser cil û bergên wan hedef girt û wiha got: “Mil, sing û her devera zarok li holê ye. Piştre jî dibêjin pedofîlî sûc e. Tu rê li ber pedofîlîtiyê vedikî.” Ji ber van gotinan jî hatibû binçavkirin lê piştî îfadeyê hatibû berdan.

Mehmet Şukru Dortbudak di weazeke din de jî wiha gotibû: “Em zarokan bidin xwendin. Fermana xwedê ya ewil bixwîne ye. Lê em tenê aliyê xwendinê digirin. Lê bi çi awayî bixwîne. Jin û mêr di nav hev de. Ango bi bêedebî û bêheyayî. Li cihekî ku mamosteyên mêr dersê bidin xwendekarên keç. Li cihekî ku mamosteyên jin ên vekirî dersê bidin xwendekarên kur. Xwedê teala vê pergala xwendinê qebûl nake.”

Çar lêpirsînên îdarî derbas kir

Mehmet Şukru Dortbudak li ser medyaya dijîtal daxuyanî dabû û gotibû: “Di nava salekê de min çar lêpirsînên îdarî derbas kir û min dû ceza girt, di lêpirsînên edlî de dadgeha me hîna berdewam dike. elhamdululah tu gumanek me nîne, saziyek Îslamî, çeneqê ji dijminê Îslamê re veke em pê xemgîn dibin.”