Ji Diyaneta ku êrîşa zayendî ya zarokan diparêze re bertek: Bila lêpirsîn bê destpêkirin

Diyanetê, di malpera xwe ya înternetê de bi bersîvdayîna pirsa "zaroka ku ewlad tên girtin astengiya zewacê nîne”, di medyaya dijîtal de bertekek mezin hat, EŞÎK’ê bang kir ku der barê berpirsyaran de lêpirsîn bê dest pê kirin.

Navenda Nûçeyan- Lijneya Bilind a Karûbarên Diyanetê ya girêdayî Rêveberiya Karûbarên Diyanetê bi bersiva xwe ya di malpera xwe ya înternetê ya li ser pirsa "Gelo zarokên mexdûrên erdhejê dikarin bên ewlad girtin?” de mijarê anî li ser zewacê û parve kirima nêrîna alimekî Îslamê ya "di navbera kesên ewlad digrin û zaroka ewlad tên girtin de astengiya zewacê nîne” di medyaya dîjîtal de bertekek mezin girt. Diyanetê, ku bi axaftinên xwe yên zayendperest ên li ser jin û zarokan û bi daxuyaniyên ku êrîşa zayendiya ya li dijî zarokan dipejirîne gelek caran tê rojevê, bi axaftinên xwe yên li ser mexdûrên erdhejê yên bêrefekat kesan pirsa “Gelo zarok teslîmî terîqetan tên kirin’ careke din anî bîra me. Hat dîtin ku piştî bertekan bersiv ji malperê hat rakirin.

Ji ÎK’ê bertek

Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) têkildarî bersiva Diyanetê ya li ser pirsa zarokên mexdûrên bên ewlad girtin an ne, "di navbera kesên ewlad digrin û zaroka ewlad tên girtin de astengiya zewacê nîne " daxuyaniyeke nivîskî da. EŞÎK'ê di daxuyaniya xwe ya bi sernavê "Dema tê gotin ewlad girtin, zewac û mîrateya ku tê bîra Diyanetê " hat weşandin de, bi bîr xist ku "Bersiva Diyanetê li dijî Qanûna Medenî ye û li gorî Qanûna Cezayê sûc e. Ev ne yekemîn daxuyaniya Diyanetê ye ku rê li ber êrîşa zayendî ya li ser zarokan vedike ye. Beriya niha jî Weqfa Diyanetê di weşanên wî de derketî bû holê ku ‘di zecawê de sînora binî ji bo keçan 9, ji bo kur an jî 12’ diyar kiriye.”

'Daxuyanî li dijî hiqûqê ye’

EŞÎK’ê dest nîşan kir ku li ser darizandina H.G.K.yê ku ji 6 saliya xwe bi salan rastî êrîşa zayendî dihat mehek jî derbas nebûye. EŞÎK’ê wiha got: "Gotinên Diyanetê yên ku dibêje zarokê ku hatiye ewlad girtin ‘nebûna mîrasvan’ û tenê ‘malbatên zarokên wan nîne dikarîn zarokên bêrefekar ji bo mezinkirinê bigrin gel xwe’ jî li dijî hiqûq û qanûna medenî ye.”

Di daxuyaniya ku bang hatê kirin divê Diyanetê demildest dawî li van daxuyaniyên ku zewacên bi darê zorê yên di temenê biçûk de teşwîq dikin û zarokan bi her cure êrîşên fizîkî re rû bi rû tîne bîne û xwest der barê berpirsê van daxuyaniyan didin de, lêpirsîn bê destpêkirin.