Ji destpêka salê ve zêdeyî hezar koçber li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan

Rêxistina Navneteweyî ya koçberan a Neteweyên Yekbûî (IOM) da zanîn ku ji destpêka 2023’an heta niha zêdeyî hezar koçberên ku xwestin nîvê Deryaya Spî derbas bikin jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan - Her sal bi sedan koçber hewl didin Derya Spî derbas bikin lê keştiyên wan noqî avê dibin û jiyana xwe ji dest didin. Rêxistina Navneteweyî ya koçberan a Netewên Yekbûyî (IOM) der barê koçberên ku di nîvê Derya Spî de îsal jiyana xwe ji dest dane de daxuyanî da.

IOM’yê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Twitterê daxuyanî da û wiha hat gotin: “Li nîvê Deryaya Spî ji destpêka salê ve heta niha zêdetirî hezar koçberan jiyana xwe ji dest dan. Ev rêje li gorî heman demê ya sala borî ji sêyan yek zêde bûye.

‘Hejmara kesên mirine zêdetir e’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku koçber her roj ji ber lêgerîna jiyana baş li Avropa, hewl didin nîvê Deryaya Spî derbas bikin û di deryayê de dikevin keştiyên ku ne guncaw in û wiha hat gotin: “Hejmara kesên mirine fikaran ava dike, mixabin kêm tên hesibandin. Banga alîkariyê ya gelek koçberan nehat bihîstin û mirina wan nehat qeydkirin.”

Di daxuyaniyê de bang li welatan hat kirin ku divê bi lezgînî girîngî bidin lêgerîna bi lez û operasyonên rizgarkirinê, ji bo koçberan kanalên bi ewle berfireh bikin an jî erkên xwe yên zagonî bi cih bînin